Jiyana Brahîm Xelîl Sirûcî

Brahîm Xelîl Sirûcî di sala 1985’an de li Sirûca Rihayê hatiye dinê. Li Sirûcê dibistana seretayî qedand. Di hin malper û kovarên Kurdî de helbest û gotarên wî hatine weşandin.

BERHEM:

Zivistana Dil, Helbest, Weşanên Do, 2007

DIXWAZIM

Dixwazim dinya min
Tu ronî bikî
Ji dewsa
Roj û heyvê

Dixwazim agirê dilê min
Tu vemirînî
Ji dêvla
Berfa kulîgir

Dixwazim giyanê min
Tu xweş bikî
Bi evîna xwe
Ya giranbuha
Li şûna
Mal û serwetê dinê.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !