Emîn Aksû, di mêjûya 18.12.1984’an de li gundê Memîrayê ya navçeya Dihê ku girêdayî Sêrtê ye ji dayik bûye. Ji ber şert û mercên şer û pevçûnan di sala 1993’yan de bi malbatî ji gund bar dikin û li Dihê bi cih dibin. Emîn Aksû li wir dest bi dibistanê dike. Di sala 2006’an de ji Dihê berê xwe dide Mersînê. Di sala 2012’an de xebatên xwe yên zimên di Kurdî- Dera Mersînê de didomîne. Ji 2013’an heta dawiya 2016’an hem rêveberiya Kurdî-Derê hem jî di Radyo Ses a Mersînê de bernameyên wêjeyî amade û pêşkêş dike.
BERHEM:
Kendalên Xeyalan, Helbest, Weşanên JJ, 2017
BIBÊJIM
Welê bi awirên melûl melûl
Feneke nava çavên min
Û bi bişîrîna rûyê min nexape
Ev rûyê min ê pêşberî te derewîn e
Di rastiyê de
Bi qasî welateke dagirkirî
Kevilê min tejî êş e
Stûyê min wekî ku
Bi têlên tixûban hatibe zefkirin
Dikim bixeniqim ji qehra
Û singa min wekî ku
Singên sînoran li ser hatibe daçikandin
Dikim biqelişim perçe perçe bibim
Ji kerba
Li kenê min ê xapînok jî nenêre
Dixwazim kesrên welateke tenê di xeyalan de dijî veşêrim
Li pişt kenê xwe
Ma giriyê zarokên sêwî
Hesretên dayikên rêwî
Dawiya neteweyek bi hêvî
Ji kê re bibêjim…