Jiyana Bêwar Brahîm

Bêwar Brahîm nivîskar û helbestvaneke kurd e, bi kurdî û erebî dinivîsêne.

Bêwar Brahîm di sala 1973 an de li gundê Girbawî, yê nêzîkî Qamişlo hatiye ser rûyê dinyayê. Berhemên wê di piraniya kovar û rojnameyên kurdistanî de hatine weşandi,ji piçûkanî ve meyla wê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî ve hebû, di destpêkê de dîwana Melayê Cezîrî, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û piştre dîwanên Cegerxwîn xwendine û bandora wan di mêjiyê wê de hatiye çandin. Di her deh salên dawî de gelek caran bi Seyda Tîrêj re giftûgo kirine û jê fêrî hûnandina helbestên klasîk bûye, lê helbestên xwe yên kilasîk çapnekirin û di van salên dawîn de bêhtir berê xwe da nivîsandina pexşan û gotaran.

Berhemên çapkirî

  • evînê bibûre tu bê wateyî; helbest bi zimanê erebî, Şam 1999 (Asife eyûhe elhub leyse leke meena)
  • Nameyek ji bo qederê; helbest bi zimanê Kurdî, Şam 2001
  • Payîzokine çavşil ji dilê xewnê Roman bi zimanê Kurdî, Amed 2014, ji weşanên Lîs ê

Çavkanî

  • http://www.gavle.to/~zagros/dost/bewar.htm

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !