Hunermend Mamlê 13ê Cotmeha 1941ê li Mehabad a Rojhelatê Kurdistanê hatiye dinê ku ew jî wekî endamên din yên malbata xwe bi salan xizmeta hunera Kurdî kiriye.
Cafer Mamlê li ber destê bavê xwe, Seîd Mamlê fêrî waneyên strandinê bûye û heta birayê wî yê mezin Mihemed Mamlê li jiyanê bû, bi awayekî fermî stran nedistran û têkilî hunerê nedibû.
Mamlê sala 1992yan digel hinek hunermendên başûrê Kurdistanê, berhema Firmêskî Şew- Hêsrên Şevê li bajarê Mehabadê tomar kiriye û sala 1995an di salvegera helbestavan Wefayî de helbestên Wefayî bi awaza xwe strandine ku pêşwaziyeke gelek mezin lê hat kirin.
Sala 1999an jî bi vexwendina Komeleya Kultara Kurdî ya Swêdê li çend bajarên Swêd konser dane û herwiha li Başûr û Rojhelatê Kurdistanê jî derketiye pêş hezkarên xwe.
Hunermendê Kurd ê naskirî Cafer Mamlê di temenê xwe yê 79 saliyê de, di sala 2020an de li bajarê Mehabadê yê Rojhelatê Kurdistanê koça dawî kir.