Nihat Gültekin

Jiyana Nihat Gültekin

Nivîskar di sala 1971ê de, li gunde Girberan a ku girêdayî navça Bazîdê bajarê Qerekilîse ji dayik bûye. Dibistana seretayî gunde Girberan, dibistana navîn û amadeyî li Bazîdê xwendiye. Piştî xwendina xwe du sala (1989-1991) li gundên Bazîdê mamostetiya wekîl kir.

Li Bazîdê Komela Ehmedê Xanî de (Ehmedê Xanî Kültür ve Aydınlanma Derneği) sê salan serokatî kir. Kevanîya wî Bahar Gültekin û Mehmet Gültekin re tevayî 5 salan ser Salnama Ehmedî Xanî xebitîn û pênc kitêb çap kirin. Hin rojnama (özgür gündem, yeniözgürpolitika, Doğubayazıt halkın sesi) nivîsên wî û Kovara Nûbiharê de rewşenbîr û nivîskarên Sovyeta Berê re hevpeyvîne wî weşiyane. Gelek xebatên edebiyat û dîroka devkî berhev kiriye. Çîrokên kurdên Serhadê û derheqa berxwedana Agirî û Komkujiya Geliyê Zîlan xebat meşandiye.

Zeviciye û bi navê Rubar Agirî kurêkî wî heye.
Meha Gulana sala 2014an vir de Stembolê dijî.

Berhemên wî;
Bazid- Cizre Buluşması Belge 2007
Barışa Adanan Bir Yaşam 1 Belge 2009
Barışa Adanan Bir Yaşam 2 Belge 2012
Salnama Ehmedê Xanî Belge 2010
Salnama Ehmedê Xanî 2010 Belge 2011
Salnama Ehmedê Xanî 2011 Belge 2012
Salnama Ehmedê Xanî 2012 Belge 2013
Salnama Ehmedê Xanî 2013 Belge 2014
Kilam û Pênûs Lis 2018
Jiyaneke Li Pey Zanyariyên Kurdî
Kurdolog Prof.Dr.Celîlê Celîl Lis 2019

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !