Efoyê Esedê Sefo yan jî bi kurtî Efoyê Esed (z. 1927 − m. 1999), dengbêjekî navdar ê kurd ê Ermenistanê bû ku di 1ê kanûna mezin a 1927an de li gundê kurdên êzdiyan Heko yê navçeya Talînê, li Ermenistanê, hatiye ser dinyayê.
Dengbêj di navbera salên 1958 û 1960î de li Radyoya Êrîvanê bû mêvan û zêdeyî 15 kilamên wî hatin tomarkirin. Stranên wî îro jî li dengxaneya Radyoyê Êrîvanê tên parastin. Efoyê Esed gelek stranên govendê, bengîtiyê û mêraniyê dizanibû û ligel dengekî şîrîn stran digotin.
- Berîvanê
- Şîrîn Şêxê
- Dotman
- Ahmedo Ronî
- Tu dîn î
- Were lo, lo
- Dayê Merûmê
Efoyê Esed salên dawî yên jiyana xwe li Rûsyayê derbaz kirin û di 29ê kanûna mezin a 1999an de çû ber dilovaniya Xwedê. Ew li nav mexberên êzdiyan li gundê Bezopasno yê navçeya Trunovskê (Stavrapol, Rûsya) hate veşartin.