Ekremê Evdila

Jiyana Dengbêj Ekremê Evdila

Ekremê Evdila ( z. 1954 – m. 2005) navê wî yê di nasnameyê de Ekrem İçli ye. Dengbêjekî kurd e ku di sala 1954an de li gundê Kotekana Dixanê ji diya xwe bûye. Ji ber bêderfetiyan dibistan nexwendiye. Stranên ku wî gotine ji bavê xwe û dengbêjên din hîn bûye. Di naveroka stranên wî de bi giştî mijarên evînî, şerên nav gundan û malbatan û şerên qehremaniyê hene. Di nav gel de tê naskirin û hezkirin, lê kasetên wî pir tune ne.

Ekremê Evdila di 1978an de dizewice, ji Kotekayê diçe Amedê. 25 sal li Amedê dimîne û li wir karkeriyê dike. Herî zehf bi stranên xwe yên Keçika Diyarbekirê û Lo lo delal tê naskirin. Pênc keç û çar kur bi tevahî neh zarokên wî hene.

Dengbêj Ekremê Evdila di sala 2005an de jiyana xwe ji dest dide.  

 

Lê Binêre

Jiyana Osman Özçelik 

Di sala 1952an de, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hat dinyayê. Dibistana Seretayî û …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !