Dengbêj Emerê Entaxî li gundê Entaxê yê Licê ya Amedê sala 1952’an ji dayik bûye. Ji 10 saliya xwe ve bi rengekî bê navber kilamên dengbêjiyê dibêje.
Dengbêj Emer Entaxî sala 1993’an tevî malbata xwe ji gund koçî Amedê dike. Di zarokatiya xwe de li dîwana dengbêjan timî guh da kilaman û bi dengbêjan re kilam digot.
Entaxî got ku hîna ew zarok bû wî bavê xwe yê dengbêj winda kiriye û wiha qala jiyana xwe kir: “Di temenê gelek biçûk de min bav û dayika xwe winda kir. Bavê min dengbêj bû. Dema ez 10 salî bûm, dost û ciranan ji bo min qala dengbêjiya bavê min dikirin û her dem digotin, bavê te ev kilam digotin. Hemû kilamên ku bavê min digotin min xiste mejiyê xwe û heta niha jî ez wan kilaman dibêjim. Di zarokatiyê de jî dengê min xweş bû û ez tevlî dîwanê dengbêjan dibûm. Ez nabêjim ez di zarokatiya xwe de dengbêj bûm, lê di zarokatiya xwe de min li kêleka dengbêjan kilam digot.”
Dengbêj Emerê Entaxî xwest ciwan xwedî li dengbêjiyê derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dengbêjî ji bo min hunerek e ku bi nirx nayê pîvan. Divê serdemê de nirx bi dengbêjan nayê dayîn. Çanda biyanî xistine nava hunera me. Divê ciwan xwedî li dengbêjan derkeve. Ez weke dengbêj Emerê Entaxî amdeme ku di aliyê dengbêjiyê de alîkariya ciwanan bikim û kilamên dizanim hînî ciwanan bikim. Ji ber ku dengbêjî bingeha çanda Kurdan e. Divê dengbêjî herdem zindî be.”