Di sala 1988’an de li gundekî girêdayî navçeya Amed Farqînê çavên xwe li cîhanê vedike..
Li gor agahiyên dayîka dildar, ew di du salîya xwe de ji ber nexweşîyekê bi temamî nebe jî, di asteke jor de ronahiya çavên xwe winda dike…
Ji ber qirêj yê li welêt, di sala 1994’an de bi malbata xwe re koçî bajarê Batmanê dikin.
Di wan deman de hê Dildar zarok e û weke her zarokekî ew jî dixwaze biçe dibistanê û bixwîne.
Lê ji ber astengiya nedîtina çavan, dibistan wî qeyid nakin û ew ji xeyalên xwe yên xwendinê bê par dimîne.
Ji ber ku hezkirina wî ya xwendinê pir mezin e, di temenê xwe yê biçûk de xwe fêrî xwendin û nivîsandinê dike.
Ji xwe bi lêdana rîtman û li hev anîna gotinan di wî temenê biçûk de jî, hezkirina xwe ya ji hunerê derdixe pêş.
Pîştî 12 salên tije zor û zehmetî di sala 2006’an de bi malbata xwe re vedigere gundê xwe yê lê hatiye dinyayê.
Dildar di sala 2007’an de bi xwîşka xwe ( ya ku ew jî bi Dildar re heman qederê parve dike û wekî wê astengdar e) evîndarê re dest bi hestnivîsa kûrdî dike û beramberî hemu şert û mercên astengdariyên jîyanê jî vê berhema niha li ber destê we diafirîne.