Mihemed Hemkoçer, kurê Cezawîr û Fîdanê, di sala 1971 ê, li gundê Şiyê, li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) hatiye dunyayê û ji dayik bûye.
Li Şiyê, piştî salên zarokiya wî, ta sala 1986-1987 ê, li wir xwenda xwe ya navîn kir û pişt re derket çû bajarê Helebê, li Helebê karê rêgerî û geştiyê (torîst) li gel karê hotêlê dikir û her wiha di ber re jî xwendina xwe dikirê lê mixabin ji sedemên xwe dane ser her tiştî nikarî xwendina xwe bidomandayê lê belê dest ji xwendinê nebû û her timî ,çalakiyên xwe yên xwendinê hebûn û pirtûk dixwendin.
Du sal û nîvan di leşgeriya Sûrî de xebat kir û sala 1993 ê, dema leşgerî bi dawî kir çû welatê Libnanê, li Lubnanê jî di gel karê xwe yê rojane de, di weşanek mediyayî de ku bi navê (Radyo Joy) dixebitiya, çend salan li wir dimîne, pişt re di sala 1997 ê de çûye welatê (Siûdiye Erebiye) û ji wir çûye welat Emerîka (USA) û salekê li bajarê Los Encilis dimîne û vedigere Libnanê karê xwe yê berê dike, di destpêka sala 2001 ê de çûye Herêma Kurdistanê û li wir di TV Kurdistan de hevpeyvînek zindî li gel wî û hunermend Bavê Seleh ku bi hev re çûbûn wir hatiye kirin û ta sala 2009ê ew çûye pir welatan û vegeriye Sûriyayê.
Di sala 2010ê de, di nava şanda Kurdên Sûrî, li festîvala Feqiyê Teyran li bajarê Wan (Miksê) amede bûye.
Berhemên çapkirî
Di sala 2010ê de yekemîn berhema xwe ya bi navê Hêvan derketiye (Çarîn) ji sed rûpelan e.
Di sala 2012 ê de li Enstîtûya Kelepûra Kurdî li Duhokê berhemek wî ya din derketiye bi navê (Bêrîvana Cindî) deh stiran û dastanên ji Efrînê, danhev û lêkdana wî ye.
Di sala 2009- 2010 ê de wî berhemên helbestvan Hamêd Bedirxan yên Erebî bi navê (بدرخان الأعمال العربية الكاملة)
Amede kirine û pêşgotina wê kiriye ku bi zimanê Erebî ye, her wiha jî berhemek wî ya Kurdî bi navê Serdora Jiyanê Amede kiriye û pêşgotina wî kiriye û de pey re di sala 2019ê de berhema Hamêd Bedirxan bi navê Şiyê ku mamoste Deham Ebdulfetah amede kiribû û pêşgotina wê kiribû û sala 2018an çap bûbû, ew û serdora Jiyanê û hin helbest in wî yên ku hatine komkirin ew tev kirin dîwanek û bi navê Bayê Çiya li Elmanyayê, ji hêla çapxaneya (Ser sera) çap bû.
Berhemên wî yên amedeyî û çapnekirî.
Ta niha heft dîwan helbestên wî hene çap nebûne û her wiha jî sî û neh dastan û stiranên folklorî kom kirine û çap nebûne, lê mixabin di talana Efrînê de erşîva wî bi tevayî winda bû ji bilî hinek ji wan ku li cem kes in ji dostê wî jê re parastibûn mane.
Piraniya helbetên wî kilasîk kin û di gel amedekirina ferhengek ji devkiya Efrînê û herwiha çîrokan jî dinivîse.
Ji sala 2010ê de ta niha ew li gundê Şiyê ye û di gel bav û diya xwe li wir maye.
Helbestek ji yên wî
Payvanê Gulan
(EZ)
Şev û rojan ez her ez im
Payvanê gulên baxan im
Natebitim tim bi lez im
Aşiqê yek zer ji wan im
Aşiqê wan çavêd reş im
Sergerdanekî bêheş im
Ku wê dibînim dilgeş im
Ku nabînim malwêran im
Malê dunyayê min berda
Evînek min di xwe werda
Temen bo wê min bi derda
Bûm sewdayê binîşan im
Sewdê ez birim bi lê de
Fena Mecnûn bi çolê de
Belav bû di nav êlê de
Nexweşekî bêderman im
Nexweş im dermanek nîn e
Birîna min bikewîne
Ji bilî yar min bibîne
Ez nema tiştekî zanim
Zanim bi çi derdî ketim
Ji xwe li ber xwe neketim
Ji sewda xwe daneketim
Tevî wê jî ne poşman im
Tevî wê ez pê de derim
Roj bi rojê dadigerim
Dîsa ji ya xwe nagerim
Heta ku ez bi xwe kanim
Heta ku ez rabim ser xwe
Dilê xwe jî bidim ber xwe
Hembêz bike yarê bi xwe
Her tim çûkê ser hejan im
Her timî ez wek bilbil im
Dinalînim dil bi kul im
Nav gulîzaran bêgul im
Aşiqê yek zer ji wan im
Aşiq im û dil verest im
Dixwînim û hew diwestim
Ji bêhna gulzerê mest im
Her tim mîn î serxoşan im
Sergeşte û sersem im ez
Evdalekî pir xem im ez
Sawîr dikim ku Mem im ez
Li benda Zîna Botan im
Li bendê ez mam û dimam
Behlêlê Dîwane û tam
Wek navgoştê kukum û xam
Bi lîsk û losan nizanim
Ev ne lîsk e, ev evîn e
Bêzagûn û bingehîn e
Lew herkesê tê de dîn e
Êdî, ez yek î ji wan im
Ji wan fêr bûm, min dest birî
Wek Feqî ji Mela birî
Hindik ji pirî min birî
Bêtirî vê ez nizanim
Nizanim çawa têwer bûm
Ji nav êla xwe sêser bûm
Bi evîna wê xweser bûm
Û hêj li wê ez dibanim
Dibanim ez li wê rindê
Wek şev li benda elendê
Suhtim mîna mûm û findê
Lew re payvanê gulan im
Lew re sitêrkan dipême
Hişyar im ez tim li pê me
Ji mêj de li wê tapê me
Li bendê ez ne osan im
Osan nebûm ji evînê
Ji dîtina lêvşêrînê
Ji reng û bêhna nisrînê
Dixwînim wek bilbilan im
Bilbilê deng tim li saz im
Her sibehan bi niyaz im
Gul vebin ez qetranazim
Ta bi şev jî li ber wan im
Wan çi kirî çi nekirî
Hingan hinguv jê çêkirî
Min bi xwe jê kerem kirî
Ez hinguvê xweş dizanim.