Evîndar Kurdistan

Jiyana Evîndar Kurdistan

Evîndar Kurdistan; di sala 27.05.1990an li gundekî Farqîna Amedê hatîye dinê.
Ew ji çavên xwe astengdar e. Di sala 1994’an ji ber rewşa şer û girêdana bendava Êlihê tevî malbata xwe ji gundê xwe koçî Êlihê dibe, 12 salan li wir dimîne.


Tevî ku gelek ji xwendin û nivîsandinê hez dike jî, mixabin derfeta çûyîna dibistanê nabîne.
Ew bi birayê xwe yê ku wekî rihê xwe jê hez dike ( Dildar Welat) re di emrê biçûk de, xwe hînî xwendin û nivîsandinê dikin.
Di demeke kurt de dest bi nivîsîna hestên xwe jî dikin.
Ji ber ku ew û birayê xwe xwediyê heman çarenûsê ne, di navbera wan de manewiyat û girêdayîneke pir xurt heye.


Evîndar Kurdistan nûxwiriya nivîsa xwe bi navê name ( mektup) 12.06.2005’an de ji birayê xwe ( Dildar Welat) re bi tirkî dinivîsîne.
Sala 2007’an xwe hînî tîpên kûrdî dike û ew bi eşqeke mezin êdî bi kurdî dinivîsîne.
Ji ber şert û mercên jîyana xwe ya dijwar, car caran neçar dimîne ku navberê bide nivîsînê.
Lê wexta derfet dibîne car din lê vedigere.
Ew helbestê wekî evîna xwe ya rasteqînî dihesibîne.
Helbestên wê li ser hezkirina welat, jîyan û evînê ne.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !