Eliyê Ebdilrehman

Jiyana Eliyê Ebdilrehman

Eliyê Ebdilrehman nivîskarekî kurd e.

Eliyê Ebdilrehman di sala 1920î de li Kurdistana Tirkiyeyê hatiye dinyayê, lê hê di şeşsaliya xwe de digel malbata xwe ji ber zilma tirkan koçî Kafkasyayê dike.

Eliyê Ebdilrehmanê xwendinhez tavilê dest bi xwendinê dike, ji bilî zanistgeha Yêrêvanê ew herweha li Bakûyê enstîtuya pedagojiyê jî xelas dike.

Sala 1955an li Yêrêvanê dîsa rojnama Rya Teze tê çapkirin. Eliyê Ebdilrehman, di vê rojnamê de digel gotarên civakî gotarên edebî jî dinivîsîne. Riya Eliyê Ebdilrehman ya edebî ji vê rojnamê dest pê dibe.

Pirtûka wî ya pêşî di sala 1959an de çap dibe. Di berhevoka Xatê xanim de çar afirandinên cihê hene. Ew di derheqê jiyana kurdan ya doh û îro de ne.

Eliyê Ebdilrehman gotar, helbest, çîrok û roman nivîsandine. Hin ji pirtûkên wî ev in:

Berhem

  • Morof
  • Gundê mêrxasan
  • Şer çiya da
  • Dê (pirtûk)
  • Hesreta min
  • Gulistan (pirtûk)
  • (Xatê Xanim)

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !