(1890-1967)
Li Sêrtê di sala 1890an de, li Findika Botan hatiye dinyayê. Kurê Seyîd Suleymanê kurê Seyid Îbrahîm e. Malbata wan bi rêya şêx Evdilkadirê Geylanî digihîje Îmamê Hesen. Zarokatiya xwe li Findikê derbas kiriye. Ders ji feqiyan dîtiye û ji Seyîd Evdirahman îcazet sitandiye. Paşê li gundê xwe melati kiriye. Seyîd Elî di sala 1967an de li Cizîrê wefat kiriye.(1)
Seyîd Elî, li medresan ders daye. Ew çawa ku alîmekî mezin e, ewqas jî helbestvanekî serkeftî ye. Qesîdeyên wî bi biwêjên tesewûfe pêk tên. Bi piranî qesîdên wî şîret in. Ew qesîdeyên wî gelekî bi qîmet in.
Dîwana wî heye. Di dîwanê de zimanê wî hemû kes fêm dike, ji wê sedemê dîwana wî di nav gel de pir hatiye xwendin.
Li ser tefsîr, fiqih, îtîqad, sîyer û eqîdê berhemên Seyîd Elîyê Findikî hene. Yek berhema wî jî li ser dîwana Melayê Cizîrî ye. Lê ew berhemên wî çap nebûne. Di nav berhemên wî de bi tenê dîwana wî çap bûye.
ÇAVKANÎ:
-1-Dîlovan, Selman(Amd.) Dîwan, Seyîd Elîyê Findikî, Weş. Nûbihar, Stenbol, 2011, r.7.
Hüseyin Koyuncu.