Jiyana Enwer Karahan

Enwer Karahan nivîskarekî kurd e. Ew bi taybetî çîrokan dinivîse. Ji bilî çîrokan ew maqale û nivîsên edebî “ceribandin” dinivîse.

Jiyan û Kar

Li gora qeyda Enwer Karahanî ya nifûsê, ew di sala 1962yan de li Dêrika Çiyayê Mazîyê hatiye dinyayê, lê li gora ku salmezinên wî dibêjin, ew di sala 1964an de çê bûye. Wî li Dêrikêheta bi lîseyê xwendiye û hetanî sala 1992yan jî ji wir neqetiya ye.

Karahan, di sala 1997an de derdikeve derveyî welêt û li wir hîn bêtir îmkanên ku karibe bi karê nivîsê re dakeve û bi edebiyatê re mijûl bibe pêde dike. Heta niha berhemên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine belav kirin.

Çar kitêbên wî yên kurteçîrokan bi navê Şevbihêrkên şevên xalî (2001), Duaya êvarê (2003), Xanima Kozê (2005), Du dilop (2008) û romana wî ya yekê bi navê Şapînoz (2010) derketine. Herweha kitêbeke wî ya ceribandinê bi navê Çû (2006)û yek jî bi navê Mêlav wek vegotin di sala (2013)an derketiye.

Berhem

  • Şevbihêrkên şevên xalî, kurtenovel 2001
  • Duaya êvarê, kurtenovel 2003
  • Xanima kozê, kurtenovel (2005)
  • Çû ceribandin (2006)
  • Du dilop, kurtenovel (2008)
  • Şapînoz, roman (2010)
  • Mêlav, vegotin (2013)

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !