Jiyana Erdewan Zaxoyî

Erdewan Zaxoyî (yan Erdewan Zaxolî, bi navê xwe yê resen Erdewan Elî, 1957 – 1986) hunermend û stranbêjê pir navdar yê herêma Behdînan bû.

Jiyan û xebat

Erdewan Zaxoyî li sala 1957’an li bajarê Zaxoyê ji dayik bûye.

Ji ber rewşa dijwar ya jiyana wê demê wî nekarîbû xwendina xwe temam bike. Li sala 1978’an yekem kaseta xwe derxist. Paşî bû pêşmerge û li gel pêşmergatiyê jî berdewamî bi hunerê da û çend berhem û kaset çêkirin. Wî çendîn stranên şoreşgerî çêkirin ku ta niha jî ew stran pirr tên guhdarîkirin.

Helbet ji ber ku çêkirina kasetan li çiya gelekî bi zehmet bû û jiber ku Erdewan dixwest hunera xwe pêşbixe û bigihîne hemû gelê kurd, wî gelek hewil dan ku xwe bigihîne Ewropa. Lê derfet çênebûn û pêwîst bû ew pasportek îraqî derxîne. Loma ew careke din vegeriya bajarê Zaxo û mijûlî çêkirina pasporta xwe bû. Lê dîsan wî dest ji hunerê berneda û xwe weke pêşmerge hesab dikir û li hemû şev û ahengan de, li Kurdistanê û li Bexda jî.

Dema ku diçû ser seko û sehnê, wî bi navê “Kurdistan Barzanî û Pêşmerge” şahî dest pê dikir, ev yek jî bi dilê karbidestên rijîma Bees nebû. Loma li roja 26/01/1986, anku piştî şeş rojan ji wexerkirina Eyaz Zaxoyî, di demekê de ku Erdewan di hoteleke bajarê Bexda razayî bû, kabidestên Emn û Istixbarata Bees ew girt, wenda kir û ta niha jî kes nizane ew li ku ye û çi lê hatiye.

Gelek hunermendên kurd dibêjin ku dengê Erdewan dengekî nimûneyî bû û ta li ba kesek din peyda bûye.

Çavkanî

Kawe Alîxan: Peyama Kurd, hj. 73, sal 2006

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !