Navê rastî | Arab Şamoevîç Şamîlov |
---|---|
Zayîn | 23’ê kewçêrê 1897 Qers, Împeratoriya Rûsî |
Mirin | 21’ê gulanê 1978 (80 salî) Êrîvan, Yekîtiya Sovyetan |
Hemwelatî | Yekîtiya Sovyetan |
Esil | Êzîdî |
Pîşe | Nivîskar |
Erebê Şemo yan jî Ereb Şamîlov (bi rûsî: Араб Шамоевич Шамилов, lat. Arab Şamoevîç Şamîlov; z. 23 kewçêr 1897 li Qersê − m. 21 gulan 1978 li Êrîvanê) nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye. Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû. Şemo di 23’ê kewçêra 1897’an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, ku di wê heyamê de di bin desthilatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê. Ereb Şemo xwendina xwe ya pêşî diqedîne. Di sala 1913’an de, dema ku 16 salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe.
Erebê Şemo ji bilî zimanê kurdî, welê jî bi rûsî, tirkiya osmanî, yewnanî, ermenî, gurcî, almanî û azerî zanibû.
Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Erebê Şemo û Isahak Marogûlov dest bi amadekirina alfabeta kurdî ya bi tîpên latînîkir û di sala 1928’an de karê xwe bi dawî anî. Wan di sala 1929’a yekemîn pirtûka bi kurdiya latînî li cihanê bi sernavê “Xʘ-xʘ hinbuna xandina nvisara kurmançi“ (“Xwe bi Xwe Hînbûna Kurmancî”) çap kir. Erebê Şemo herwiha yek ji damezrênerên rojnameya Rya tezebû.
Di sala 1931’ê de Erebê Şemo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ji wir dest bi xebata wêjeyî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên di der barê pirsgirêkên zimanê kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike. Ereb Şamilov, di navbera salen 1937 – 1954’an de tam 17 salan li Sibirya’yê girtî jiyaye. Li vir bi jina xwe ya duyemin Marîya Vasîlevna ve dıbe nas ya ku di van biraninan de navê we derbas dıbe, ew bi xwe Ûris bûye. Keçen wi Asê û Zînê ji ve jina duyemin in. Jina wî ya berê Alman bûye.[1]
Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê. Sala 1966’an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Di sala 1967’an de jî ew li Moskovayê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar diweşîne dike. Demeke dirêj di komîteya navendî ya Partiya komunîsta Ermenistanê de cih girt.
Li navenda Êrîvanê li ser dîwarê makke ku Erebê Şemo salên xwe yên dawiyê li wê derê derbas kiribû, wiha hatiye nivîsandin: “di vê malê de ji sala 1963-1978 temenê xwe derbas kiriye rewşenbîrê Kurd û karkerê muxulqeiyê Erebê Şemo Şamîlov”
Berhem
Roman
- Şivanê Kurmanca, 1930
- Dimdim, 1966
- Jiyana Bextewar, 1959
- Hopo, 1969
- Berbang, 1958
Şano
- Koçekê Derewîn, 1930
Çîrok
- Hikayetên Gelê Kurd, 1967
- Kurdên Elegezê, 1936
Meqale
- Pırsa Derheqa Feodalizme Nava Kurda da, 1936
- Terîqa Rêvolûsîya Oktyabrê, 1930
- Çirûskên Şoreşa Oktobirê, 1972
- Kolxoz û Kara Wê Ji Gundîyan re, 1930
- Şerê Tarîlka, 1972
Senaryo
- Kurdên Ermenistanê, 1959 [2][3]
Jînenîgarî
- Emrê Lenîn, 1930
Çavkanî
- ↑ [Kovara Çira, hejmar 6, havin 1996, r.14 “Çend Rûpel ji jiyana Ereb Şamilov/Wezîrê Eşo”]
- ↑ Араб Шамилов
- ↑ Հայկ Խաչատրյան Գրական տեղեկատու Սովետական գրող 1986 էջ 423-424]