Evîn Çîçek

Jiyana Evîn Çîçek

Sevê Evîn Çîçek, wekî Evîn Çîçek tê naskirin, rojnemevan, lêkolînvan, helbestvan û parastvana mafê mirovan e.

Sevê Evîn Çîçek di sala 1961’ê de li navçeya Kamîlavaya Sêwasê tê dinyayê. Evîn Çîçek li gundê xwe dest bi dibistana destpêkê dike. Bi sedemên aboriyê berê xwe didin bajarê Stenbolê. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li wir diqedîne. Paşê dest bi Zanîngeha Marmarayê dike. Li wê derê Beşa Zanistiyên Aborî û Rêveberiya Rêxistinên Dewletê xelas dike. Master û doxtora xwe li Ewropayê diqedîne. Ew zimanên Kurmancî, Tirkî, Fransî, îtalyanî û Îngilîzî dizane.

Di sala 1993’yan de diçe Başûrê Kurdistanê. Sê meh û nîv li Başûr dimîne. 3 meh li kampa PKK’ê ya Zelê di Silêmanî/Qelediz de ji bo çend lêkolînan bike dimîne. Dozgerên Komara Tirkiyê çûyina wê xeber digirin dixwazin ku bo demek dirêj, 10-15 sal wê bavêjin hepsê. Evîn Çîçek mecbûr dîmîne derdikeve derveyî welêt. Ji mijdara 1993’yan vir ve penaber e, li Swisrê dijî û endama Pena Kurd e.

BERHEM:

Lêkolînên wê yên ku hatine çapkirin

Nikanin tixubê daynin ber hezkirinê, 1998, çapxane Medya, Suède.
Hereketa netevî ya Koçgîrî yê, 1999, çapxane APEC, Suède.
Armanci hêsîrbûyîna armancê, 2000, çapxane Peri, İstanbul.
Rêwîyên Araratê, karmendîya merîyan, koçkirin, penaberî, 2005, çapxane Peri, İstanbul
Bi jînbûyîn darizandin, 2005, çapxane Peri, İstanbul.
Awaza Serpêhatiyan I, II, III. 2004, çapxane Peri, İstanbul.
Bi dehan gotar nivisandine.

Lêkolînên wê yên ku nahatine çapkirin

Artesa Tirki kuvvet, rêvebiriya devletê
Enverizm/kemalizmi Kurmanc I, II, III, IV
Bin ağır da nizam/hukuk
Her « Tirk » leşker nay dunê
Kurmanci penaberî, bê erikirina Kurdistanê
Li Diaspora gêncên Kurmanc
Gelek helbest jî nehatinê çapkirin.

Pirtûkên Tirkî:

1-Sevgiye siir koyamazsiniz.
2-Kocgiri ulusal kurtulus hareketi.
3-Tutkular ve tutsaklar.
4-Ararat yolculari insan ticareti.
5-Kadinca yargilama.
6- Kemalizm ve Kurd Ulusal sorunu.

https://www.bernamegeh.org/2020/09/29/helbesten-evin-cicek/

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !