Jiyana Felat Dilgeş

Felat Dilgeş nivîskar û lêkolînerekî kurd e.

Felat Dilgeş di sala 1965an de li gundekî Pasûr ê (Qulpê) yê bi navê Duderya hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Farqînê, ya lîseyê li Licê temam kir.

Li Unîversîteya Stenbolê felsefe û siyasetzanî xwend. Di sala 2000î de, li Unîversîteya Stenbolê, di warê siyaseta navnetewî de doktoraya xwe temam kir. Heta niha di gelek kovar û rojnameyan de nivîs nivîsîn, stûnnivîskarî kir. Di sala 2002an de, di derxistina kovara edebî û kulturî Gulistanê de, roleke girîng leyist û berpirsiyartiya wê ya giştî kir.

Kitêbên wî:

  • Kula Dêrsimê (1992–şano).
  • Rojnameya Kurdî ya Pêşîn Kurdistan (1998–Lêkolîn).
  • Dilşa (2002–çîrok).

Her wiha di malperên Netkurd û Nefel.comê quncika dinivisîne.

Çavkanî: Firat Cewerî

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !