Jiyana Ferhadê Içmo

Helbestvan Ferhadê Içmo di sala 1960î de li bajarê Qamişlokê hatiye dinyayê. Li dibistanên bajarê Qamişlo xwendina xwe bi dûmahî aniye. Di sala 1984 an de bawernameya bakaloryos di endazyariya şaristaniyê de ji zankoya Helebê wergirtiye.

Berî helbestê dil ketiye muzîkê û di sala 1970î de dest bi lêdana tembûr û gîtar û cumbişê kiriye, lê di 29ê tîrmeha 1978an de helbesta xwe ya pêşî bi navê Ey Zeman daniye. Di piraniyên kovar û rojnameyên kurdî de helbestên xwe weşandine û nêzîka çil helbestên wî bi dengê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo Adil Hiznî, Selahê Osê, Ismaîl Cuma, Gulistana Sobarî û Şeyda bûne sitiran.

Helbestvan di 8ê xizîrana 2017an de li Qamişlokê çû ber dilovaniya Xwedê.

Berhem

  • Lêmişta Zozan, 1988
  • Pişti Çi, 1995
  • Evîna te, 1998
  • Landik I, Helbestên zarokan, 1998
  • Pelên Sipî, 2000
  • Landik II

https://www.bernamegeh.org/2020/09/04/helbesten-ferhade-icmo/

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !