Berhîm Paşa di sala 1958’an de (li gor nasnemeya Tirkî 1955- Fahri ERDİNÇ ) li gundê Tiznûtêyê ku girêdayî navçeya Gextê ye (Kâhta, Semsûr) ji dayik bû.
Di panzdeh saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestên Tirkî kir. Demeke dirêj di partiya RP’ê de serokatiya Gextê kir û di hilbijartina mebûsiya dewra 18’an de bû namzedê devera Semsûrê. Piştî ku fêm kir rêzdariya hemû partiyan li dijî Kurdan e, ew destê xwe ji rêzdariya partiyên Tirk dikişîne. Wexta ku bi mala xwe koçî Stenbolê kir, rastî kovara Nûbiharê tê û bi nasîna Nûbiharê dest bi helbest û nivîsên Kurdî dike.
î gelek nivîs û helbestên xwe di kovara Nûbiharê de weşand û paşê di sala 1997’an de pirtûkeke helbestan ya bi navê Gaziya Min di nava weşanên Nûbiharê de weşiya. Her wisa nivîs, serpêhatî û helbestên wî ji bilî Nûbiharê, di Jiyana Rewşen, Ronahî û Azadiya Welat de hatin weşandin.
Berhîm Paşa bavê 5 zarokan e û li Stenbolê dijî.
BERHEM:
Gaziya Min, Helbest, Weşanên Nûbihar
Vejîn, Helbest