Jiyana Ferzan Şêr

Helbestkar, rexnegir, akademîsyen, wergêr. Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan, di sala 1986’an de li gundê Hezyatê/Barincê yê Bişêriyê çêbû. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê û dibistana navendî û lîsê li Batmanê (Êlihê) xwend.

Di sala 2010’an de Zanîngeha Hacettepeyê beşa “Kewandina Fizîkî û Rehabilîtasyon”ê qedand. Li Zaningeha Istanbul Bilgi’yê di beşa Wêjeya Berawirdî de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî)” kuta kir.

Di kovarên bi navê Ajda û Zaremayê de xebitî. Di sala 2008’an de çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên “Tîroj” û “Evrensel Kültür”ê ve hatibû organîzekirin de xelata yekemîniyê wergirt. 2009’an de berhema wî ya ewil Otopsiya Berbejnekê, 2015’an de wergera wî ya bi navê Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûn hat çapkirin.

Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk,  Ajda, Tîroj, Zarema, Wêje û Rexne de weşiyan. Niha jî li  Zanîngeha Mimar Sinan li Hunerên Xweşik (Guzel Sanatlarê) di beşa Sosyolojiyê de Phd’yê (diktora) dixebite.

BERHEM:

Otopsiya Berbejnekê, Helbest, Weşanên Belkî, 2009

Werger:

Voltaçerx, Di Girtîgehê de LGBTÎbûn, Komeleya Friedrich-Ebert-Stiftung, 2015

Xelatên Ku Wî Wergirtine:

Min bi Perrên Kevokan Bifirrînin, Xelata Yekemîniyê, Tîroj û Evrensel Kültür, 2008

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !