Jiyana Fewzî Bîlge

Jiyana Fewzî Bîlge

Di sala 1962’yan de li Dêrika Mêrdînê hat vê jiyanê. Li Stenbolê demeke dirêj ji bilî xebatên xwe yên di sazî û dezgehan de xwe bi xwendina du zanîngehan awiqand.

Di sala 2000’î de zîvirî welêt. Li Batmanê di kargeha hunerê şêwekariyê de –Soresorê- û li gelek sazî û dezgehan dersên teorîk û pratîk ên hunerê dan. Bi çend hevalên xwe re MST (Maseya Seydayê Tîrêj) damezirand û hîn xebatên xwe didomînin.

Du salan beşa felsefeyê ya zanîngeha Stenbolê xwend û piştre dev jê berda. Endamê rûmetê yê Atolye 22 ya wênesazên elman e. Heya niha li welêt û li derveyî welêt gelek çalakiyên hunerî li dar xistine.

BERHEM:
Jidilara, Çîrok, 2002, Sî
29+1, Çîrok, 2005, Weşanênên Belkî
Dîn in, Çîrok, 2006, Weşanên Belkî
Qahpikên Kuçeyan, Çîrok, 2007, Weşanên Belkî
Bi şev Mêrdîn Stêrik in, Çîrok, 2008, Weşanên Avesta
Têbiniyên Bajarekî Wêran, Helbest, Weşanên 2011, Belkî
Dema Yezdan Dibişirî, Roman, 2012, Weşanên Ronahî
Antolojiya Tenêtiyê, Helbest, 2013, Weşanên Ronahî

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !