Mehmet Aydın Alökmen

Jiyana Feratê Dengizî

Navê wî yê di nasnameyê de Mehmet Aydın Alökmen e. Ew di 30yê Kewçêra 1949’an de (Di nasnameyê de 2yê Pûşpera 1950’yî derbas dibe) li gundê Dengiza yê girêdayî Stewra Mêrdînê ji dayik bûye.

Di sala 1971ê de dibe mamosteyê matematîkê û demeke dirêj li gelek cihan mamostetiyê dike. Ji biçûkatiya xwe de têkîlî û hezkirina wî li ser zimanê Kurdî hebû. Cara yekemîn di sala 1989’an û ya duyemîn jî di sala 1995’an de ji ber ramanên xwe yên siyasî û bi daraza endamtiya PKKê bi tevahî 10 salan di girtîgehan de dimîne.

Kurteçîrok, helbest û gotaran dinivise. Gelek pirtûk jî ji tirki wergerandine Kurmancî lê ev wergerên wî hê nehatine çapkirin. Bêhtir hişê wî li ser werger, felsefe û mantiqa zimên e. Gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyên wekî Kovara W, Çirûsk, Azadiya Welat, Şopa Rojê, Amida Kurd de tên weşandin. Nivîskarê Azadiya Welat û xwedî, berpirsiyar û yek jî edîtorê Kovara W’yê bû.

BERHEM:
Zimanê Zimên, Ceribîn, Weşanên Belkî, Reşemî, 2009, Amed
Kezê û Mişko, Berhevkarî, Weşanên Şaredariya Peyasê, Gelawêj, 2009
Tisê, Berhevkarî, Weşanen Şaredariya Peyasê, Gelawêj, 2009, Amed
Zizanê, Berhevkari, Weşanên Şaredariya Peyasê, Gelawėj, 2009, Amed
Bi Heft Dengan Gazî Dikim, Çîrok, Weşanên Lîs, Rêbendan, 2013, Amed
Qêrina Dilê Min, Helbest, Weşanên JJ, Rezber, 2014, Amed
Metelokên Kurdî, Zargotin, Weşanên JJ, Rezber, 2014, Amed
Zarê Dilî, Çîrok, Weşanên JJ, Rezber, 2014, Amed

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !