Nivîskar, helbestkar û berhevkar e. Di sala 1967’an de li gundê Sîya yê bi ser Misirca Sêrtê ve ji dayîk bûye. Di sala 1978’an de dibistana seretayî qedand, di heman demê de bavê wî dersên ilmê dînî yên bi Erebî dan wî, jê û bi şûn de wî li medreseyan xwend.
Biçûkahîya wî bi xwendina qesîde û helbestên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Cegerxwîn derbas bû. Di sala 1985’an de wî medrese kuta kir û îcazet wergirt. Di sala 1986’an de li gundê Uşîyê yê bi ser Misircê ve bû mela, li wir salekê melatî kir û dersên feqiyan da. Piştî hingê dev ji melatiyê berda û bû karker.
Di sala 1992’yan de, ji ber welatparêziya xwe, bi îdîaya endamtîya rêxistinê kete zindanê. Piştî neh sal û çar mehan ji zindanê derket.
Feysel Özdemir xebatên xwe yên wêjeyî û nivîskarîyê di zindanê de bi pêş xistine. Wî gelek berhemên bi Kurdî nivîsîn û wekî destnivîs şandin derve, lê dewletê ew desteser kirin, hinek jê xelas bûn û piştî ku hate berdan, ji nû ve dest pê kir li ser berhemên xwe xebitî.
Bi malbata xwe ve li Êlihê dimîne, ji bo geşedana ziman û wêjeya Kurdî di nava xebatan de ye. Özdemir niha rêveberê Komeleya Nivîskarên Kurd û nûnerê komeleyê yê şaxa Êlihê ye.
BERHEM:
Helbest:
Şaneşîna Dil, Weşanên JJ, 2016
Zargotin:
Rûpelên Binaxkirî, Weşanên JJ, 2013
Roman:
Evîna Rojdayê, Weşanên JJ, 2014
Kurteçîrok:
Dadgeha Evînê, Weşanên JJ, 2016