Di sala 1973’an li Amedê hatiye dinyayê û ji zarokatiya xwe heta niha şanogeriyê dike. Di sala 1990’an li Amedê cihê xwe di nava koma şanoyê de girtiye ji wê rojê heta niha li ser şano û kurtefilmên Kurdî xebitiye.
Şehîr derhêneriya 15 lîstîkan kiriye û 6 rêze filîm jî kişandiye. Her wiha Şehîr di sala 2011’an di 50’mîn Mîhrîcana Purtuqala Zêrîn a Navneteweyî ya Antalyayê weke derhênerê herî baş yê hunerê hat hilbijartin.