Hecî Nasir Roşen

Jiyana Hecî Nasir Roşen

Hecî Nasir Roşen li zistana sala 1945ê li bajarê Sine (Senendejê)li rojhilata kurdistanê hatiyê dinyayê û heta sênfa 12ê li vî bajarî ders xwendiye.Piştre çûye zankoya Tehranê û li kalêca edebiyata farsî de mijûlî ders xwendinê bûye.digel ders xwendina xwe re di gel radyoya Tehranê pişka kurdî wekî motercimekê hevkariyê dike.dibe hevkarê: Seyid Ibrahîmê Sitûde, Dr. Siracedîn, Mela Cemîl Rojbeyanî, Dr.Salih Ibrahîmî, Hesen Zîrek, xatûn Mîdya Zendî,xatûn Miryem Zehiryanî, Osman Ehmedî, Hisamedîn Emîn, Mezher Xaliqî, Şêxkanlo.

Li sala 1966ê diçe kalêca efseriyê û sî sala li kincê polîsiyê de dimîne û li ostanê: Kurdistan, Xûzistan, Fars, Hemedan û Tehranê de xizmetê dike û paşan li sala 1996ê de dev li şola polîsiyê diberde û bi rutba sertîpiyê tê baznişest kirin.

Li sala 1976ê de di gel xatûn Eqdes Behramî mamostayê sertayiyê perwerda Îranê dizevice û li vê zivacê de dibe xudanê 3 zarûya bi navê: Erestû,Esmer û Eseed ku her sê zaryê vî dersa akademîk dîtine.

Nasir her li eviliya xizmeta xwe de digel vehûnana helbesta nasiyar bûye û dest bi vehûnana helbestê kurdî û farsî kiriye.Pirtir li 20 hezar beyt helbestê vî hene ku li bara meselê corbecor dene û exlebê helbestê vî kilasîk in.

Bilî şola nizamî ku wezîfa vî bûye çendîn şolê din jî li ber vê re kirine wekî:

  • 1- Rêxistina karvanê helbest û musîqiyê li radyoya kurdiye Tehranê
  • 2 – Du cara li kêberkêya xwendina Quranê de bûye neferê evil û li ber vê hindê li sala 1991ê rêkirne Mekê û bûye hecî.
  • 3 – Werzişkarekî mezine û 16 sala serokê gurûp û mamostayê verzişa vezne berdariyê bûye.Li vê werzişê de bûye dawerê beynelmilelê.
  • 4 – Niha jî li piroja jimarekirina otomobêla li Tehranê de mijûl e.

Dîvanê helbestê vî:

  • 1 – Lalêhayê Ateşîn
  • 2 – Şikûfêyê Işq
  • 3 – Sayêyê Mehtab
  • 4 – Tesavîr Xiyal
  • 5 – Der Xelwetê Endîşê
  • 6 – Cilvêhayi Ihsas
  • 7 – Deryayi Morvarîd
  • 8 – Evîn û Avat dîvana helbestê vî bi zimanê kurdiya Soranî
  • 9 – wergêra Quranê bo ser zimanê Farsî helbest li 17 meha de

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !