Evdirehman Şerefkendî an jî Mamoste Hejar (b. 1920 li mehabad – m. 22’ê reşemiyê 1990 li Kerec), nivîskar, helbestvan, werger û zimannasekî kurd bû. Hejar Quranê jî wergerandibû zimanê kurdî.
Di zaroktiyê de wî dişînin perwerdeya olî. Di 17 saliya xwe de dawî dide vê perwerdeyê lewra bavê wî dimire. Sala 1940’ê dest bi nivîsandina helbestên kurdî dike.
Tevlî şoreşa Mahabadê û xebatên komarê dibe. Piştî hilweşîna Komara Mahabadê dibe penaber. 30 salan li welatên cuda dijî. Tevlî refên Mele Mistefa Barzanî jî dibe. Sala 1975’ê vedigere Rojhilatê Kurdistanê.[2]
Berhem
- Alekok
- Wergêra Mem û Zîn bi soranî
- Wergera Şerefnameyê bo kurdî
- Dîwana helbestan bo Kurdistan
- Çarînekanî Xeyam
- Henbane Borîne (Ferhenga Kurdî-Farsî)
- Wergêra Qur’anê bi Kurdî
- Wergêra pirtûka bijîşkî ya Ibn Sîna ji erebî bo farsî
- Şerha Dîwana Melayê Cizîrî
- Sifra bê biraneve (Wergera One and Zeroes without end ji Elî Şerîatî)
- Çêştî Micêvir (Xwejînenîgarî)