Hejarê Şamil

Jiyana Hejarê Şamil

Hejarê Şamil (bi rûsî: Гажар Шамилович Аскеровlat. Gazhar Shamilovich Askerov; bi azerî: Əsgərov Həjar Şamil oğlu), nivîskarekî Kurd e ku di 16ê tîrmeha 1966an de li Kelbecerê (Azerbaycan) hatiye dinyayê. Kurê Şamîlê Selîm Esgerov û Nazîle Manafova (Esgerova) ye. Pirtûkên wî bi kurdî tirkî, rûsî, azerî û hatine çapkirin.

Editorê malpera kurdistan-post.eu ye.

Hejarê Şamil li bajarê Bakûyê fîlolojî xwendiye (1984-1990). Dû re xebatkarê weşanxaneya “Yazıcı” (li Bakûyê, 1989-1991) bûye. Li rojnameya parlamêntoyê Azerbaycanê Heyat de wekî nûçegihan (Bakû, 1991-1993) xebitiye. Editorê beşa azerîkî, di rojnama Dengê Kurd (Bakû, 1992-1994) bûye, pişt re kovara Kurdistan Raport (Moskow, 1994-1997) û rojname Maxmûr (Kurdistana Başûr, 2000) de rojnamevanî kiriye. Di 2008an de peyamnêrê Ak News bûye. Cigirê rêdaktorê kovara Nûbar (li Qazaxistanê, 2004-2010, rêdaktorê radyoyê Qirgizistanê, beşê kurdî (Qirgizistan, 2005-2010) û rêdaktorê sereke weşanxaneya Zengezûr  e.

Edîtorê malperên Kurdistan Post û Berbeng

Kunciknivîsar û editorê malpera Kurdistan Post[2] û editorê malperên din wekî Berbang [3] û Mîdya [4] ye.

Neh pirtûkên wî

  • Şerê eqilan (Başûrê Kurdistan, 2000, bi tirkî).
  • Di pêşiya de sê xal (Başûrê Kurdistan, 2001, bi tirkî).
  • Rêya ewlekariyê (Başûrê Kurdistan, 2000, bi hevbeşî hatiye nivisandin, bi tirkî).
  • Diaspora Kurda (Stembol, Pêrî, 2005, bi tirki).
  • Gulnar û Ocalan (Stembol, Pêrî, 2005, bi tirkî).
  • Knyazê Îbrahim (Stembol, Pêrî, 2007, bi tirkî).
  • Jiyan di rêya welatparêziyê de (Qazaxistan, 2007, bi kurdî).
  • Diaspora Kurdên YKS (Qirgizistan, 2007, bi rûsî).
  • Tenê me (Qirgizistan, 2007, bi azerîkî).

Hêjarê Şamil, sê pirtûk wergerandiye

  • Kurdên Azerbaycanê (Stembol, Pêrî, 2007, ji rûsî wergerandiye ser zimanê tirkî).
  • Kurdistana Sor (ji rûsî wergerandiye ser zimanê tirkî).
  • Şerefname, wek çavkaniya dîroka kurdan (ji azerî wergerandiye ser zimanê tirkî)

Hêjarê Şamil, romana Eliyê Evdilrehman a bi navê Şer çiya de ku li Stembolê weşanxaneya Pêrî derketiye ji kîrîlî derbasî latînî kiriye. Nêzîkî 20 pirtûk rêdakte kiriye û weşandiye.

Endamê PENa Kurd e.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !