Hesen Silêvanî di sala 1957’an de, li gundê Tirkija, devera Silêvaniya, nêzîkî bajarê Zaxoyê, Başûrê Kurdistanê, ji dayîk bûye. Niviskar û helbestvanê kurd û serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Dihokê ye.
Hikûmeta faşîst a berê ya rejîma Be’s her zû gundên wan wêran kirin û ereb anîne deverê. Lewre çûne bajêrê Mûsilê. Di sala 1982’an de, dest bi nivîsînê kiriye. Çîrok û helbest jî nivîsêne. Berhemên xwe di rojname û kovarên kurdî, erebî de, belav kirîne. Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Duhokê (Êketiya Nivîserên Kurd a Duhokê) ye li Başûrê Kurdistanê. Xudiyê kovara Peyv e, kovara nivîskarên kurd li Duhok. Endamê çivata parêzgeha Duhokê ye ji sala 2005’an were bi hilbijartinan.
Berhemên wî yên bi kurdî
Heta niha, wî ev berhemên xwe çap kirine:
Dîwaneka helbestan bi navê Hozanên sava di sala 1993’an de, bi tîpên latini çap kiriye.
Balûlka şekirê, kurteçîrok di sala 1994’an de li Stokholma Swêdê, bi tîpên latînî, li weşanxana APEC’ê derxistiye.
Gulistan û şev, kurteromana wî, bi latînî çapa yekê di 199’an de li Duhokê, çapa duyê di 2000’î de li Duhokê bi tîpên erebi û çapa siyê jî di 1997’an de li Amedê li weşanxana Lîs dîsan bi pîtên latînî derketiye.
Dara û nisrîn, çîrokeke perwerdeyî bi hevkarî di gel niviser Arif Hîto, di sala 1997’an de bo UNICEF’ê hatiye çapkirin.
Pirtûka wî ya herî nû ya bi navê Ew Xanima Henê bi tîpên erebî di 2010’an de li Duhokê derketiye, dû re çapa yekê ya bi tîpên latînî jî di heman salê de di weşanên Lîs hatiye çapkirin.
Berhemên wî yên bi erebî
Bi zimanê erebî jî, ev pirtûk hene:
- Dami al-ladhi sayadhhak, دمي الذي سيضحك. Helbest, 1995, Duhok.
- Laylat al-matar, ليلة المطر. Çîrok, 1997, Duhok.
- Qasa’id min bilad al-narjis, قصائد من بلاد النرجس. Helbestên wergêray ji kurdi, 1999, Duhok.
- Qisas min bilad al-narjis, قصص من بلاد النرجس. Çîrokên wergêray ji kurdî, 2002 û 2005 çapa duyê.
- Gulistan we l-layl, كولستان والليل. Kurteroman wergêray erebi, 2009, Duhok.