Gulnar Elî, Gulnar Elî Baleteyî (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Gulnar Ali Balata; z. 1974, Balete, Başûrê Kurdistanê – m. 18 xizîran 2017, DYA), mamoste, helbestvan û nivîskareke kurd bû ku di 1974an de li devera Balete ser bi bajarê Dihokê ve hatiye ser dinyayê. Gulnar yek ji dengên jin ên herî giring ên helbestnivîsîna taze ya bi zimanê kurdî bû.
Wê li sala 1992-1993an dîplom bi berhevkirina mamostayan (beşê înglîzî) bi dest xwe ve aniye. Di sala 2009an de bawernameya huner û edebiyata bi zimanê înglîzî ya zankoya Bunker Hill Community College li Boston, Massachusetts (DYA) bi dest xwe ve aniye.
Gulnar Elî endama Êketiya Nivîserên Kurd liqa Duhokê bû. Bi zimanê kurdî û erebî dinivisîne û werdigerîne zimanê înglîzî. Helbestên wê cihê xwe li gelek kovar û malperên kurdî û erebî dîtiye.
Gelek berhemên wê yên çapkirî hene û gelek berhem jî li ber çapê ne.
Ew yek ji helbestvanên jin ên herî bi nav û deng ser astê Kurdistanê bû. Helbestvana Kurdistanî bi vî navî hatiye navkirin ji ber bi zimanekê xweş û ferhengeka zengîn ku piraniya kurdan dikarin helbest û nivîsên wê bixwînin. Zimanê devera xwe negirtiye dûr ji zimanê herêmê ketiye. Nameya wê diyar dibe ku Kurdistan yek parçe ye.
Dema mirov nivîsên Gulnar Elî dixwîne û nizanî xelkê kijan deverê ye tenê dibêjî kurd e û kurdeke resen ji pakiya peyvên wê yên rind û bihêz.
Helbestvan Gulnar Elî di 18ê xizîrana 2017an de li DYAyê ji ber nexweşiya şêrpenceyê çû ber dilovaniya Xwedê.
Berhem
Bi kurdî
- Heyv û diwazde heyv, helbest, 2006, Duhok.
- Lavija kevnewarekê xembar, helbest, 2008, Duhok.
- Henasek ji tîpên xewna sinoran, helbest, 2012, Duhok.
Bi îngilîzî
- My Soul Still a Virgin, helbest, 2010, Boston, DYA.
- A Peaceful Color from the Silence, helbest, 2016, Cervena Barva Press, DYA.
Bi erebî
- ديوان للنوارس تنوح قصائدي 2014 دهوك
- كوردونيا رواية قصيرة باللغة العربية 2015 سوريا
Çavkanî
- ↑ Helbesta Keval a Gulnar Elî
- ↑ http://www.rudaw.net/kurmanci/culture/180620171