Ehmed Tehlo di sala 1956an de li navçeya Amûdê hatiye dinê.
Ehmed Tehlo ku weke bavê Şêxmûs jî tê nasîn yek ji kemançejenê gundê Werdiyê yê girêdayî navçeya Amûdê ye û ji zaroktiya xwe de li Hesekê dijî. Ehmed Tehlo ku temenê wî 62 sale, ev 47 sale li kemençeyê dide. Tehlo dibêje ku kemençe parçeyek ji jiyana wî ye.
Ehmed Tehlo ji 15 saliya xwe ve aşiqê kemançeyê dibe. Ji tenekeyeke rûn kemançeyekê ji xwe re çêdike. Ji 15 salî heya 62 saliya xwe li kolan, şevbêrkan kemançeya xwe li gel xwe digerîne û dilê gel pê xweş dike.
Ehmed Tehlo (Bavê Şêxmûs) yek ji kemançejenê gundê Werdiyê yê girêdayî navçeya Amûdê ye. Ehmed di zarokatiya xwe de li gel malbata xwe koçî bajarê Hesekê dibe û heta niha li Hesekê dijî.
Taybetmendiya Ehmed Tehlo ji kemançejenên din ew e ku kamançeya xwe ji tenekeyê rûn çêkiriye û di nava welatiyên Hesekê de navdar e. Tehlo ku niha 62 salî ye, di 15 saliya xwe de aşiqê muzîkê dibe û dibêje ku birayê wî yê mezin ji tenekeyan amûrên muzîkê çêdikirin û ew jî çav li birayê xwe dikir. Tehlo di 15 saliya xwe de kemançeyekê ji tenekeyeke rûn çêdike û ev nêzî 45 sal e li kamençeya teneke dixe û li kolan, şevbêrk û zemawendan dilê welatiyan xweş dike. Tehlo girêdana xwe bi kemançeya xwe re wiha tîne ziman: “Her tim li cem min e, dema ne li cem min be ez nexweş dibim.”
Tehlo di destpêkê de tembûrek ji tenekeyan çêdike, piştî ku fêrî tembûrê dibe xwest fêrî kemançeyê jî bibe û ji dengê kemançeyê pir hez dike. Tehlo diyar kir ku derfeta wî ya kirîna kemançeyekê tune bû û xwest kemançeyekê ji tenekeya rûn çêke û wiha got: “Min gelek kemançeyên teneke çêkirin lê baş deng jê nedihat û herî dawî ez gihaştim dengê ku ez dixwazim.”
Tehlo li ser çêkirin û fêrbûna kemançeya xwe wiha dibêje: “Ji ber rewşa xizantiyê her kesekî nikaribû amûrek muzîkê bikire. Ji ber vê yekê min xwest ku ez kemançeyekê ji tenekeya rûn çêkim. Min ji dengê kemançeyê pir hez dikir. Piştî ku min kemançeya xwe çêkir, min bi xwe re dibir çolê li ber pez û min xwe fêr dikir. Xelk dihatin cem min, ez diçûm cem wan. Me şevbêrk çêdikirin û min di wan şevbêrkan de li kemançeya xwe ya teneke dixist.”
Her çendî di destpêkê de derfetên Tehlo yên ji bo kirîna kemançeyekê nebûn jî, piştre jî nexwest bikire ji ber ku ji dengê kemançeya xwe ya teneke hez dike û fêrî wê bûbû. Çar zarokên Tehlo hene, lê zarokên wî bi muzîkê ve eleqedar nabin. Tehlo piştî Şoreşa Rojava di Koma Şehîd Hogir a dengbêjan ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê de kar dike.