Kemal Badilî

Jiyana Kemal Badilli

Kemal Badilli siyasetmedar û zimannasek Kurd e ku di sala 1923yan de li bajarê Ruhayê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Ruhayê lîseyê jî li Stenbolê Qabataşê dixwîne paşê dîsa li Stenbolê Fakûlteya dadî ya zankoya Stenbolê diqedîne û dibe parêzer.

Di hilbijartinên sala 1961ê de ji partiya Tirkiyeya Nû (Yeni Türkiye Partisi) dibe parlementer û diçe Enqereyê, ji xeynî mebûsiyê li ser zimanê kurdî gelek serê xwe diêşîne û di sala 1965an de pirtûka xwe ya bi navê Türkçe İzahlı Kürtçe Gramer – Kurmancî diweşîne her wiha helbestên wî jî hene û di sala 1975an de koçdawî dike.

Berhemên Wî

  • Türkçe İzahlı Kürtçe Gramer – Kurmancî
  • Türkçe Açıklamalı Kürtçe Lügat
  • Kürtlerin Sosyolojik Durumlarıyla İlgili İlmi Bir Etüd
  • Şi’rê Kurdî

Çavkanî

  • Saxniç,Feqî Huseyn, Portreler, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2001
  • Uzun Mehmed, Antolojiya Edebiyata Kurdî, cîld 1, Weşanên Tum Zamanlar, Stenbol, 1995
  • Saxniç, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2002
  • http://badillilar.net/?pnum=71&pt=Av.Kemal+Bad%C4%B1ll%C4%B1

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !