Jiyana Jîr Jan Amedî

Lêkolîner, civaknas, nivîskar û helbestkar. Di 11’ê Pûşpera 1971’ê de li Farqînê, li parêzgeha Amedê ji dayîk bûye. Di sala 1989’an de di rojnameyên Tirkî de dest bi nivîsînê kiriye. Ev destpêka jiyana wî ya çapemeniyê ye jî.

Wî demek bi Tirkî nivisiye, lêbelê hinek nivîsên wî yên bi Kurdî di rojnameya Welat de hatine weşandin. Mamosteyê Felsefeyê ye. Beşên Zanistên Civakî (1995) û Civaknasiyê kuta kiriye. Beşa Rêveberiya Gelemperî nîvco hiştiye.

Demên dirêj bi bazirganiyê ve mijûl bûye. Ji sala 2010’an û pê ve dest ji karê bazirganiyê kişandiye. Rêveberê giştî yê weşan û edîtorê kovara Ronahiyê ye. Pê re jî, ji bo vê kovara navhatî nivîsên edebî û felsefî dinivîse. Di heman demê de şêwirmendiya rêveberî û nû-sazîkirinê dike. Jan Amedî, li Stenbolê dijî.

BERHEM:

Helbest:

Girêk, Weşanxaneya Kitaphane, 2011

Şopa Bêdengiyê, Weşanên Kovara Ronahî, 2014 (Çapa Duyem, 2015, Weşanên Kovara Ronahî)

Sözün Önü (Pêşiya Peyvê), Bi Navê Süleyman Ekmiş, Weşanên Gündüz, 2007

Werger:

1929 Serhildana Eşîra Jêlî (Resûl Axa), Zeynelabidîn Zinar, Weşanxaneya Pencînar, 2015, Swêd

KEVANA ŞİKESTÎ

Kevana şikestî tîr berdaye dil
Ji bo çavê xezalek ser daye dil
Xwîna sor niqutî ji pelê gulê
Ji baskê xwe birîndar e bilbil

Bisk û xal ketine tayê li ber bayê
Ji awirên tûj xewa çû êdî nayê
Perişan û melûl e ji kulên gulê
Bi daxa dilê jar evîndar e bilbil

Tu barê xwe giran dikî bi vê hewayê
Mora Silêman û Xizneyên Bexdayê
Çol û çiya şîn bûne welat rêlên gulê
Li gulîstana bindest zarîndar e bilbil

Bilbilê azad im çi bikim bi text û serayê
Ev bêbext min dîn kir berdam dinyayê
Bûma pêtiyek biketima dilê gulê
Ji kezeba peritî diqîre, axîndar e bilbil.

https://www.bernamegeh.org/2020/11/10/helbesten-jir-jan-amedi/

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !