Jiyana Hemîd Dilbahar

Di  sala  1976’an  de  li  Colemêrgê hatiye cîhanê. Dibistana pêşîn, navîn û amadeyî li Wanê dixwîne. Ji ber sedemên polîtîk ji zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê tê avêtin. Dîsa ji ber heman sedeman nikare xwendina xwe ya Zanîngeha Akdenîzê jî bi kar bîne. Ji ber sedemên siyasî gelek caran tê girtin û çend salan di girtîgehê de radize.

Helbest û nivîsên wî di rojnameya A.Welat, Kovara W, Tamara, Kîbele û  gellek cihan de tên weşandin. ‘Ji Evîna Te Dilê Min Bû Jîngeha Evînê’ û ‘Ji Evîna Te Ez Bûm Jînperest’ ku ji du cîldan pêk tên, berhemên wî yên pêşin in.

Bİ ŞEV Û ROJAN

Çend şevên bêstêrk
Û
Çend rojên bêronahî
Ji ber nalînên min naliyan
Ji ber qêrînên min qîriyan!..
Ez bûm robareke dîn û har
Herikîm bi şev û rojan
Bi qêrîn û hewar
Pêêêêl bi pêl
Bi leeeez û bez,
Gelî û newal bûn rêhevalên min
Ewrên gerok dost û hogirên min,
Min xwe li dil û hinavên çiyan da,
Lat û zinaran bejna xwe tewand
Li ber her pêleke min;
Rê û rêbar bi min geş bûn
Derya bi min serxweş
Ey sozdara min
A ji min re dibêje
‘Bimeeeş û bimeş!..’

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !