Kemal Tolan, di sala 1955 de li gundê Şimzê yê ku girêdayî navça Bişêrî-Batmanê ye, ji dayîk û bavê xweyî Êzdî re buye.
Perwerde ya dibistana bingehîn pênc salan li gundê Şimzê, dibistana navîn sê salan li qeza Bişêrî yê û li Wêranşehîrê perwerdeya Lîse (Gymnasium)ê diqedîn e.
Gava perwerda lîse yê xelas dike û şunde, êdî ew di sala 1976 an de hatiye Almanya (bajarê Celle). Kemal Tolan bi çend hevalên xwe re di sala 1976 de “komela karkerên ji Tirkiyê hatine ” li bajarê Celle didine damezirandin.
Di sala 1981 an de li bajarê Oldenburg ê de dest bi karê wergeriya zimanê Kurdî, Tirkî û Almanî dike.
Kemal Tolan, yek ji endamên redaktiona Kovara “Dengê Êzidiyan” kevn e û damezerên “Komela Çandê dîne Êzîdî“ ya ku di sala 1994 de li bajarê Oldenburgê hatiye damezirandin e.
Mamoste Kemal Tolan ji sala 1995 an vir de weke dozent û dîrektorê kursa fêrbûna zimanê Almanî, dersê dide ber xerîbên ku li kampa bajarê Oldenburg ê dimînin. Ewî Dîploma xwe ya ji bo perwerda zimanê Almanî ji Goethe Înstîtuta München`ê girtiye. Kasset û kitêbeke bi navê ”Bi xêra dialoga fêrbûna zimanê Almanî hesantir dibe” bi zimanê Almanî weşandine.
Dozent’ê Kurd, di destpêka sala 1997 de qurseke fêrbûna axaftin, xwandin û nivîsandina bi Kurdî li bajarê Oldenburgê vekiriye. Di sala 2000 de li goriya derfetên xwe pirtûkeke “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne” bi zimanê Kurdî (kurmancî) û ji bo weşanên “Dengê Êzîdiyan” li çapxana “Druckzentrum der Carl von Ossietzky Universität Oldenburg berhevkiriye.
Mamoste û nivîskarê Êzdî, heta neha ji bo ku Êzdî jî karibin xwe bi rêxistin bikin gelek gotar û lêkolînên nivîsandine û ev tevjî di gelek malper, rojname û kovarên Kurd û Êzdiyan de hatine belakirin.
Kemal Tolan zewiciye û bavê pênc zarokan e. Ew hêjî peywendiyên xwe li der û dora xwe de, di nava hinek rêxistin û dezgehên Alman û biyaniyan de berdewam dike û bi taybet jî li ser pêşxistin û naskirina dîrok û kevneşopên Êzdiyatiyê dinivîsine.
BERHEM:
Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindîne
Çapa Yekem: Weşanên Dengê Êzîdiyan, Oldenberg [Germany] 2000.
Çapa Duyem: HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur, Berlin 2010
Navên Kurdî-Kürtçe isimler-Kurdische Namen, Oldenburg 2004
Nasandina Kevnesopen Êzdiyatiyê, Weṣanen Perî-Istanbul 2006
https://www.bernamegeh.org/2021/01/15/helbesten-kemal-tolan/