Remzî Çakin di sala 27.01.1962’yan de li bajarê Semsurê, li navçeya Kolikê tê dinyayê. Dibistana seretayî li Kolikê ya navîn li Amedê diqedîne, diçe zanîngeha Eskişehir Anadoluyê Fakûlteya Lêçûnê dixwîne. Çakin di salên 1975’an de tevlî tevgera şoreşgeriya Kurd dibe. Di derbeya 12 îlonê de wek şoreşgerê Kurd gelek êş û zehmet dikşîne. Çakin ji bo demokrasî, çand û çareserkirina meseleya Kurdî di nav gelek xebatên Kurdî de cih digre.
Di sala 1992’yan de Weşanxaneya Med ava dike û edîtoriyê weşanxanê dike. Di bandora MED de kovara “Newroz Ateşî’’ derdixe. Dîsa di sala 1992’yan de di damezirandina partiya DEP’ê de cih digre û endam û rêveberiya meclîsa DEP’ê dike. Di sala 1993’yan de damezirandina KUR-KAW’ê de cih digre û rêveberî û sekreteriya weqfê dike.
Di sala 1999-2000’an de diçe Swêdê li Zanîngeha Upsalayê Ziman û Dîroka Kurdî dixwîne û dîplomaya mamostetiyê hildigre. Di sala 2003’yan de li bajarê Stenbolê di bin bandora Englsh Fast de ji bo dayîna qursa zimanê Kurdî serî li Miduriya Perwerdeya Stenbolê ya Netewî dixe. Yekemîn belgeya tercumaniya zimanê Kurdî distîne û li dad û notêrên Stenbolê tercumaniya Tirkî-Kurdî, Kurdî-Tirkî dike.
Çakin helbestvan û rojnamevan e. Helbest û nûçeyên Çakin di antojojî, kom û gelek kovaran de hatine weşandin.
Niha Çakin li derveyî welêt li Ozbekîstanê dijî. Çakin kar û xebatên xwe yên edebî didomîne.
BERHEM:
Potîna Reş, Sevda Yasağa Sığmaz, Helbest, Weşanên Perî, 1998, Bi Zimanê Kurdî û Tirkî
An, Yaşamın Sureti Keko, Weşanên Perî, 2009, Bi Zimanê Kurdî û Tirkî
Özleme Kelepçe Vurmak, Weşanên Med, 1994