Çîroknûs, helbestkar û lêkolîner. M. Çiya Mazî di sala 1960’î de li gundê Kufragê ya bi Şemrexa Mêrdînê ve girêdayî ye hatiye dinyayê. Ji sala 1993’yan û vir ve bi Kurdî dinivîsîne.
Heta niha gelek helbest, kurteçîrok, gotar/cerebeyên wî (bi qasî 80 hebî) di Rojnameya Azadiya Welat, O.Polîtîka, kovara Jiyana Rewşen û gelek kovar û rojnameyên Kurdî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, di malperên wek Diyarname, Rewanbêj, Xendan, Pukmedia de hatine weşandin. Hinek kurteçîrokên wî ji bo antolojiyan li Tirkî, Erebî û Almanî hatine wergerandin.
M. Çiya Mazî demekê (1996-2000) di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cîh girtiye. M. Çiya Mazî, 25 salan di Şaredariya Şemrexê û Îdareya Herêmî ya Şirnex-Ezexê û Mêrdînê de wek karmend û berpirsiyar xebitiye. Niha malnişîn e, zewicî û du keç, sê law pênc zarokên wî hene, li Stenbolê dijî, xwedî û edîtorê Weşanxaneya Berbangê ye. Her wiha endamê PEN’a Kurd, Komeleya Nivîskarên Kurd û Komeleya Mafê Mirovan e.
BERHEM:
Palûte, Helbest, Weşanxaneya Do, 2008, Stenbol
Baranên Çilesrî, Helbest, Weşanxaneya Berbang, 2017, Stenbol
Mistek jiyan, Çîrok, Weşanxaneya Sî, 2003, Stenbol
Mijarên Mîqro, Çirok, Weşanxaneya Do, 2009, Stenbol
Bahol, Çîrok, Weşanxaneya Evrensel, Stenbol, 2011
Peyarêk, Çîrok 2013, Weşanxaneya Berbang, Stenbol
Ahûzîn, Muslum Yucel, Helbest-werger ji tirkî, 2008, Weşanxaneya Do, Stenbol
Ferhenga Gotinên Pêşiyan, Lêkolîn, Çapa yekemîn, 2005 Weşanxaneya Elma, Stenbol, Çapa duyemîn, 2018 Weşanxaneya Berbang, Stenbol
Ferhenga Gotinên Pêşiyan, Lêkolîn, Bi tîpên kurmanciya jêrîn (Bi elfabeya erebî), 2006, Weşanxaneya Spîrêz, Duhok
Baxek Ji Folklora kurdî, Ji derdora Mêrdînê, Lêkolin/Folklor, Weşanxaneya Berbang, 2014, Stenbol
Ez Çûm Ku Neçûm Ku- Ger û geşt, Gotar, Weşanxaneya Berbang, 2015 Stenbol
Xelatên Wî :
Bi Sala 1997’an, di pêşbaziya çirokan a Tuhayder a Îzmîrê de xelata yekemin (ev çîrok winda ye).
Bi Sala 1997’an di pêşbaziya çirokan a NÇM’ê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) de, li Stenbolê bi çîroka “Agir. Ji Dîl Bû” xelata handanê (teşvikê),
Bi Sala 1999’an di pêşbaziya çîrokan a NÇM’ê de bi çîroka “Mistek Jiyan Dixwazim” xelata yekemîn stendiye.