M. Zahir Kayan

Jiyana M. Zahir Kayan

Di sala 1964’an de li Gundê Agirî, “Xano” hate dinyayê, dibistana yekemin, navîn û lîsê (Ağrı Naci Gökçe) li Agiriyê qedand, dû re li Erzurumê Fakulteya Fen-Edebiyatê û beşa Turkolojiyê xwend.

Di sala 1992’yan de hate Stenbolê li vir di Rojnameya Özgür Gündem û Rojnameya Welat de xebitî, dû re derbasî NÇM’yê (Mezopotamya Kültür Merkezi) bû, li vir Kovara Jiyana Rewşen derxist, di vê kovarê de bi navê Kakil quncikekî de li ser estetîkê ceribandinên xwe weşand, hin şiîrên xwe jî weşandin.

Di sala 1996’an de di Özgür Üniversiteyê de dersa huner û estetîkê da. M. Zahir Kayan a niha li Stenbolê li Taksîmê di atolyeya xwe ya resim û peykerê de li ser krîterên plastîkê xebatên xwe dimeşîne. Gelek şiîrên M. Zahir Kayan di kovara Tîroj de jî derketine.

BERHEM:
Destanek Ji Buhuşta Winda, Weşanên Berfin, 1992
Arzeba, Weşanên Sî, 2001
Şêhneya Dînan, Helbest, Weşanên Şemal, 2014

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !