Jiyana Babayê Keleş

Babayê Keleş çîroknivîs û nivîskarekî kurd e.

Babayê Keleş di sala 1947an de hatiye dinyayê. Kalikê wî – Dodoyê Baba aqilmendekî dema xwe bû. Wî neviyê xwe – Baba bi serpêhatî, destan, beyt û çîrokên kurdan mezin kir.

Babayê Keleş beşa kurdzaniyê ya Ûnîversîteya Yêrêvanê xelas kiriye. Paşê 18 salan di redaksiyona rojnama kurdî Riya Teze de kar kiriye.

Heta niha pirtûkeke wî bi sernivîsa Nîşanî çap bûye ko tê de 14 serhatiyên bijare hene.

Xên ji vê pirtûkê, gelek serhatiyên wî di almanaxa Bahara Teze” de çap bûne, ko her sal li Yêrêvanê çap dibû. Çend serhatiyên wî bi ermenî û rûsî jî çap bûne. Pirtûkeke wî ya din jî li ber çapê ye.

Babayê Keleş jî mîna gelek ronakbîrên kurdên Sovyeta Berê ji dest rewşa aborî, ji Ermenistanê derketiye û berê xwe daye biyanistanê. Di sala 2014’an de wefat dike.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !