Di sala 1961’ê de li Mêrdînê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê Golîyê yê bi ser navenda Mêrdînê ve, dibistana amadeyî li navenda Mêrdînê xwend.
Gava ku derbeya 12’ê Îlonê rabû, li Mêrdînê karmend bû. Di 18’ê Kewçêra sala derbeyê de hate destgîrkirin, di 18’ê Berfanbarê de kete Zindana Amedê.
Di bendîxaneyê de 11 salan maye. Di sala 1991’ê de ji Bendîxaneya Aydınê hate berdan. Barik di lêkolanên xwe yên li ser çanda Kurdî de berdewam e û li Mêrdînê dijî.
Berhemên wî:
Roman:
Kumrular Hiç Uğuldamadılar (Tivîlkan Hîç Nekirin Xumînî), Weşanên M, 2004 (çapa duyem, Weşanên Ava, 2013) Güneşe Gömülmek Weşanên Ber 2016
Lêkolîn:
Ax Pişta Min, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2003 (çapa duyem, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015)
Hilberî û Dawet, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2003 (çapa duyem, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015)
Lîstikên Zarokan, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2003 (çapa duyem, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015)
Ferhenga Bi Wêneyan, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015
Çîrçîrok:
Hemed Dêman, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015
Hebhinarkê, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015
Zanyar, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015
Mîr Mihemed, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015
Şêrî Şepal, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015
Kalê Nejder, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com