Mano Xelîl an Mano Khalîl (z. 1964 li Qamişlo, rojavayê Kurdistanê) derhênerekî kurd e.
Mano Xelîl li beşa Kurdistana bin destê Suriye hate dinyayê, bavê wî kurdê başûrî ye û dayika wî bakuriya ji derdora Mêrdîne ye.
Xelîl dibistana xwe ya serta û lîse li bajarê Qamişlo qedand. Piştre li Şamê Dîrok û Yasa xwend, lê dest ji xwendinê berda û berê xwe di sala 1996an de da Çekoslovakya û li wir Akadêmia Sînemayê di bin destê mamoste Stanislav Parnicky de akadêmiya derhinêrî di sala 1993’an de qedand.
Mano Xeli niha li Swîsre dijî û weke derhinêr, produsent û kamêrakêş xebata xwe didomîne.
Berhem
- 1988 Oh world!, 16mm, 11Min.
- 1989 My pain, My hope, 16 mm, 15 min.
- 1990 Embassy, 16mm, 22 Min.
- 1991 Oh father, 35mm, 21 min.(School films)
- 1990 My God 16mm, 20Min.Czechoslovakian TV.
- 1992 The place where god sleeps, 16mm, 30Min.
- 1995 Kino-ocko (Kino eye) 16mm, 20Min Slovak TV.
- 1998 Triumph of Iron. Beta SP, 31 1999 -UBS–
- 2003 Colorful dreams 60.Min 35 mm. co-production Swiss TV
- 2005 Al-Anfal, “in the name of Allah, Baath and Saddam” 52 min. (Al-Anfal, “bi navê Allah, Baes û Saddam”)
- 2006 David the tolhildanDavid the Tolhildan, 54min and 70 Min. Digi-beta. Co production wit Swiss TV.
- 2009 Zindana mi, mala mi – My Prison, my Home. Dokumentar.