helbestvan

Jiyana Mele Perîşan – (Perîşan Dînewerî)

Mele Perîşan yan jî Perîşan Dînewerî (z. 1356, Kirmaşan, Rojhilata Kurdistanê – m. 1416) helbestvanekî kurd[1] bû.

Mele Perîşan ji Herêma Dînewerê ye ku bi ser Kirmanşanê ve ji dayik bûye. Ew bi Perîşanê Dînewerî jî tê nas kirin. Ew heta niha bi helbestvanê yekê yê ku bi kurdiya goranî pesna mezhebê şiî daye tê nasîn.

Dîwana wî ya bi navê “Dîwana Mela Perîşanê Kurdî” di sala 1916-yê de li Kirmanşanê hatibû çap kirin. Pênasname û Saqîname du berhemên wî yên hêj neçapkirî ne. Kartêkirina rêbaza sofîtiyê »Elhirûfiye« ya şîî ya wî wextî li ser helbestên wî diyar e. Ji helbestên wî xwiya ye ku wî hem zimanê erebî û hem zimanê farisî jî baş zanîbûye.

Çavkanî

  1.  Mehrdad Izady, Kurd r. 176

Lê Binêre

Jiyana Osman Özçelik 

Di sala 1952an de, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hat dinyayê. Dibistana Seretayî û …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !