Polat di sala 1956’an de li navçeya Licêya Amedê hatiye dinyayê. Ew berî sala 1980’yî çend caran ji aliyê dewletê ve hat girtin û dûv re jî hat berdan. Di encamê de bêyî ku li dadgehê amade bibe, deh sal û nîv ceza xwariye. Wî beriya salên 1980’yî li welat belavokên siyasî dinivîsand. Mecala mercên xebatên polîtîk li ber wî hate sînorkirin û ji ber xetereya girtin û zîndanîkirinê di sala 1980’î de derket derveyî welatî. Pêşîn çû Îranê û paşê çû Suriyê û Libnanê.
Ji sala 1984’an û vir ve li Swêdê dimîne. Kovara ”Helwest”ê derdixist û di rêvebiriya kovara Hêviya Gel de xebitî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de nivîsên wî belav bûn û niha jî belav dibin. Piraniya berhemên wî edebî ne.
Di sala 1984’an de li Swêdê bi cîh bû. Li Swêdê dest bi nivîsandina çîrokan kir. Gelek çîrokên wî di rojname û kovarên cihê de hatin weşandin.
Heta niha 38 pirtûkên wî derketine. Ji wan çar heb bi tirkî, sî û sê heb jî bi kurdî ne. Ji pirtûkên wî yên kurdî duwanzdeh roman û yanzdeh jî kurteçîrok in. Sê romanên wî li tirkî hatine wergerandin. Lokman Polat ji bo zarokan jî 4 pirtûk wergerandine kurdî û kovarek bi navê Helwest li Stockholm û kovarek bi navê Ronî li Stenbolê weşandiye. Lokman Polat di destpêka damezrandina Komeleya Nivîskarên Kurd de cîh girtiye lêbelê endamtiya wî ya komelê niha nadome. Ew endamê PEN’a Navnetewî û endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat niha di malpera “Çandname” û “Rojnameya Kurdistan” de gotar dinivîse.
BERHEM:
Helbest:
Helbestên Sirgûnîyê, Weşanên Veng, Amed, 2005
Roman û Kurteroman:
Kewa Marî, Weşanên Helwest, Stockholm, 1998
Fîlozof, Weşanên Helwest, Stockholm, 2000
Rojnamevan, Weşanên Pêrî, Stenbol, 2003
Robîn, Weşanên Veng, Diyarbekir, 2004
Hawar û Qêrîn, Weşanên Helwest, Stockholm, 1996
Nûrheyata Licî, Weşanên Doz, Stenbol, 2005
Kodnav Viyan, Weşanên Helwest û Doz, Stenbol, 2006
Parola Operasyonê – Girtina Saddam, Weşanên Helwest, Stenbol, 2008
Trajediya Evîndaran, Weşanên Nas, Stenbol, 2013
Paradîs – Xweşiya heft rojan, Weşanên Helwest, Stockholm, 2003
Kaniya Stockholmê, Weşanên Helwest, Stockholm, 2001
Sylvîa – Koleya bazirganên Jinfiroş, Weşanên Ar, Stenbol, 2017
Kurteçîrok:
Evîn û Jîyan, Weşanên Çanda Nûjen, Stockholm, 1991
Bayê Azadîyê, Weşanên Pêrî, Stenbol, 1993
Mêrxas, Weşanên Helwest, Stockholm, 1996
Jin û Zîndan, Weşanên Helwest, Stockholm, 1995
Evîndar, Bi pêşgotina Mehmed Uzun, Weşanên Helwest, Stockholm, 1996
Xwîn û Hêstirên Çavan, Weşanên Helwest, Stockholm, 1995
Ey Şehîd, Hey Hebûn, Weşanên Helwest, 1997
Gulîzar, Weşanên Doz, Stenbol, 2004
Çîrokên Rengîn, Weşanên Helwest, Doz, 2008
Horî, Weşanên Helwest, Stockholm, 2007
Girîna Kurdî, Weşanên Helwest, Stockholm, 2012
Lêkolîn / Nirxandin:
Ji Nav Edebiyata Cîhanê, Weşanên Helwest, Stockholm, 1998
Ji Nav Edebiyata Swêdê, Weşanên Helwest, Stockholm, 1997
Bandora Edebiyatê, Weşanên Helwest, Stockholm, 2003
Bîst Romanên Kurdî, Weşanên Helwest, Stockholm, 2004
Pêncî Romanên Kurdî, Weşnên Ar, Stenbol, 2014
Rewşa Romana Kurdî, Weşanên Çandname, Batman, 20018
Efsaneya Şahmaran, Weşanên Pêrî, Stenbol, 1995
Westayê Peyv û Hevokan, Shakespeare, Weşanên Helwest, Stockholm, 2002
Danasîna Kovarên Kurdî, Jîna Nû, Stockholm, 1999
Yên Tirkî:
Barbar Kasırgasi, Kısa Öyküler, Weşanên Hêviya Gel, Stockholm, 1989
Baş Eğmeyen Bir Kürt Devrimcisi, Zekî Adsiz, Weşanên Hêviya Gel, Stockholm, 1990
Mari Kekligim, Roman, Weşanên Helwest, Stockholm, 1999
Kürdistanda Özgürlüğün Şafağı,Urfan Alpaslanin anisina, Weşanên Hêviya Gel, 1992, Stockholm.
Lice Izdirabi, Anlati, Helwest, 2011
https://www.bernamegeh.org/2020/09/22/helbesten-lokman-polat/