Jiyana Mem Ronga

Mem Ronga bi navê xwe yê din Mehmet Tanrikulu yek ji helbestkarên nifşa Tîrêjê ye. Ew di sala 1952’yan de li Farqînê hatiye dinê. Wî li Amedê Beşa Zimanê Tirkî ya Enstîtuya Perwerdehiyê kuta kir.

Wekî mamoste li Nisêbîn, Mazidaxî û Spartayê kar kir. Ji bilî helbestê edîtoriya Tîrêjê jî kir. Piştî Darbeya 12’ê Rezberê ji ber kar û xebata xwe ya wêjeyî û sîyasî, di sala 1986’an de mecbûr ma derkeve derveyî welêt û çû Almanyayê. Niha jî li wir karê mamostetiyê dike.

BERHEM:

Destê Min Li Destê Te Digere, Helbest, Weşanên Mezopotamya, Swêd, 1995

Ferhenga Kurdî-Tirkî, Swêd, 1999

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !