Mervan Serhildan, di sala 1958an de, li bajarê Mêrdînê, li navçeya Şemrexê ji dayik bûye. Diya wî Bedrêya Sêlimê Emer e (ji gundê Şewaşî), bavê wî jî Felîtê Mehemed Husênê Simoyê Fato ye. Navê wî yê fermî, Besalet Yaray e. Dibistana seretayî li Şemrexê, lîse jî li bajarê Edeneyê xwendiye. Di serdema lîseyê de bi mijarên civakî, siyasî û neteweyî re hevrû bûye. Di nava salên 1970yî de ji aliyekî ve berxwedana başûrê Kurdistanê bi hestiyarî şopandiye, ji aliyê din ve jî li ser mijarên siyasî û neteweyî ku her tim rû bi rû maye, hiziriye. Bûyer û geşedanên ku di jiyanê de bûye şahid, ew bi ber xeta azadî, demokrasî û serxwebûna miletê kurd ve beralî kiriye… Di sala 1980yî de, li Enqereyê Zanîngeha Gaziyê beşa ‘Ragihandin û Rojnamegerî’yê qedandiye. Di navbera salên 1976 û 1980yî de li komeleyan û li taxan beşdarî xebatên civakî, siyasî û bîrdozî bûye; her wiha derheqê mijarên bîrdozî, civakî, siyasî û rêxistinî de li komeleyên kurd ên li Enqereyê semînerên perwerdeyê dane. Encax piştî darbeyê, ew jî hatiye dîlgirtin; ji aliyê pergala 12ê Îlonê ve bi xedarî hatiye îşkencekirin û bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin. Sala 1982’yan li Dadgeha Leşkerî ya Amedê wek nûçegihanekî, doza PKK’ê û hinek rêxistinên kurd şopandiye. Bûye şahidê darizandin û vegotinên Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Mustafa Karasu, Yildirim Merkît, Şahîn Donmez û hwd… Îfadeya M.H.Durmuş ku di bin ewqas zext û zilma giran de digot, “Em miletê kurd in, welatê me Kurdistan ji aliyê dewletê ve hatiye dagirkirin, serxwebûn mafê me yê rewa ye, hûn nikarin me bidarizînin, encax dadgehên serbixwe yên kurd dikarin me bidarizînin; em biryara dadgeha we nasnakin…” bi baldarî di nav nîşeyên xwe yên çavdêriyê de qeyd kiriye. Di heman serdemê de yekemîn nûçeya îşkenceyê ya Zindana Amedê ku li girtiyên siyasî dihat kirin û di rojnameya Hurriyet’ê de weşiyaye (1982) ragihandiye. Piştî wê nûçeyê di asta ku nûçegihaniyê biterikîne tûşî dijwartirîn zext û pêkutiyên dînamîkên şerê taybet ên dewletê bûye. Sala 1989an bi biryara Dadgeha Bilind (Daniştay) çûye ser karmendiyê (Midûriya Karên Rêveberiya Dadgehê). Di serdema karmendiya xwe de, pirtûka bi navê ‘Berxwedana Elektropola’ nivîsiye. Di sala 2008an de malpera webê ya takekesî bi navê “www.mervanserhildan.com” vekiriye. Bi tirkî û piranî jî bi kurdî, li ser rojevê û mijarên girîng nêzî 600 makale, dosya û perspektîf nivîsiye. Ji van makaleyan, li derdora 300 nivîsên wî di rojnameya Azadiya Welat de weşiyane. Di 2009an de sertîfîkaya Mamostetiya Zimanê Kurdî wergirtiye. Di navbera 2010 û 2018an de li Rojnameya Azadiya Welat 3 salan karê sererastkirinê (redaksiyon) kiriye, 3 salan di rûpela Forumê de nivîskarî û 3 salan jî di rûpela Aktuelê de qonciknivîsî kiriye. Derbarê ziman û rêveberiyên herêmî de li derdora deh rapor nivîsandine. Niha karên nivîskarî, çavdêrî û çalakgeriya zimanê kurdî didomîne.
Pirtûkên wî:
* Berxwedana Elektropola (Roman) Weşanên Berbang, 2015 – Stenbol
* Gerîneka Hestan (Helbest) Weşanên J&J, 2019 – Amed
* Paradîgmanin Înfazi (Analîz- Tirkî) Weşanên J&J, 2019 – Amed
* Berxwedana Elektropola (Roman- Çap:2) Weşanên J&J 2023 – Amed
* Sosinê (Roman) Weşanên J&J, 2023 – Amed
* Tirada Human (Çîrok) Weşanên J&J, 2024 – Amed
* Dirindeyên Hesinî (Helbest) Weşanên J&J, 2026 – Amed











