Hinek pêvajo dişibin rêwîtiyê, rêwîtiyeke lezgîn, bixiroş û dijwar; hinek pêvajo di hinek serdeman de dişibin karwanekî bêserî û bêdawî; hinek rêwîtî jî dişibin kêliyên bergiya ezmûnê, ezmûna man û nemanê. Destpêkê hinek rêwî bi kêf û coş in, bi reqs û dîlan dimeşin, şûr nabire simbêlên wan; hem şoreşger in û hem jî di bin çengên dewletê de dimelisin. Destên wan dirêj in, baskên wan çarmetro ne, karin xapandin û manîpulasyonê li lûtkeyê biedilînin. Ji xwe ewle ne, mifteya destê wan hemû deriyan vedike, di binyada xwe de ji rewşa rasteqîn û ji herka rûbarên pergalê razî ne, lê refên şoreşger jî her û her bala wan dikişîne, kurmên lêgerîneke xwerû di bedena wan de digere, lewra dixwazin ku cihê wan hem dêr be û hem jî mizgeft be; ango dohnê kîjan îbadetgehê zêde be, wê dexl bibin û li gorî wî dînî rûketan li ser hev binijinin. Ev cureyên mirovan di her kêliyên jiyana xwe de wekî qijnikên ku bi ardê azwerî û bengîniyê strayî bin, xwe hişk bi terî û dûvika hêzê ve dijidînin; çi, kî, ku li hesabê wan bê li dora wan digerin, hêzdar li ku bin, xwe bi çîq û çîpên wan ve digirin; heta ku bayê pirsan çengelên pirsnîşanan di bedena wan radikin, heta ku bablîsoka pirsan tîrên heqîqetê li wan radikin…
Dibêjin em rêwiyên azadiyê ne. Dîrok jî dipirse ‘gelo nirxên we û rêgezên we çi ne rêwîno?’, bêyî şik û guman dibêjin ‘dewlemendî, sûdwerî û bêtir dewlemendî’. ‘Dewlemendî?’ dibêje dîrok û didomîne, ‘hûn her sibeh gelo bi kîjan peyv û daxwazê dest bi kar dikin dewlemendno?’; dibêjin ‘hêzdarî, rêveberî û hêzdartirî’. ‘Haa, hêzdaar!’ dibêje dîrok û pê de diçe, ‘di her pêngavê de gelo hûn çi ji Xwedê dixwazin hêzdarno?’, dibêjin ‘aramiyê, bênakokiyê û entegrebûnê’… Dîrok bi şûn de vedikişe, ji navberê derdikeve û li te dinêre. Tu jî çavdêr î, çavên te wekî ferşan vedibin, tu kesereke kûr dikişînî hundirê xwe û bi lome li wan dinêrî; ezbenî tu jî şaş, mat û metal dimînî. Tu di ber xwe de dimizmizî, ‘qaşo şoreşger bûn, ev aramî û entegrebûnî ji ku derê wan dawerivî?’, dibêjî û guhan bel dikî… Tu ji dûranî ve dengê pirskarekî ku li dû peyva wî baneşaneke qerase heye dibihîzî, ‘mutehîd kî ne!?’ dibêje û ew jî dibihîzin; ji nişka ve dihejin, dema vî mîrkutî li ser serê xwe dibînin; peyvê vir de û wê de didin, bi sewteke zexel ‘eee em in, mutehîd em in’ dibêjin; pirskar dev ji karê xwe bernade, li wan dizîvire û dibêje ‘taşeron kî ne?’, dibêjin ’em in’; pirskar bêtir dajo ser wan, ‘doktor kî ne’, dibêjin ’em in’; pirskar ranaweste û her ku devê xwe vedike pirs wek makokê li ser hev ji dev dipekin, ‘parêzer kî ne?’, dibêjin ’em in’; xwedîpirs dizane ku dawî dûvdirêj e, dibêje ‘ey lê rojnameger kî ne?’, dibêjin ’em in’; makok hedefê diniqirîne, dibêje, ‘muhibên qeymeqam û waliyên filan navçe û bajaran kî ne?’, dibêjin ’em in’… Peyva pirskar bi qirik û gewriyê de didewise, îcar li nav hizr û ramanan digere û pirsa ku di dev de maye bi ber asîmanan de pif dike: “Gidiyano ger vana tev hûn in, ev pêncî sal e çawa, çima, ji ber kîjan sedemê ye ku bihosteke axa me ya azad jî nîn e; ma çawa dibe ku navê me di pirtûkên fermî de, di qanûneke desthilatdariyê de, di makeqanûna serweriyê de derbas nabe; ma çi qewimiye ku belengaziya me bidawî nabe, pişta me ya cedewî nacebire, jar û hejariya me naqede, tenêtî û bêkeysiya makûs pêxîla me bernade û ev çi ilomat e ku dosteke, dilxwazeke, hevalbendeke kurewî li pişta me ranabe?..”
Carcaran di hinek rûpelên dîrokê de deqên reş dimînin; carcaran çarenûsa hinek qewmên bêsûd di bin deq û peqên xerab de wenda dibin; carcaran deq û peqên xweber li ser rûpelên dîroka hinek qewman hildidin; carcaran jî deq û peqên dijber, çêker, derxwezayî û derasayî li ser rûpelên dîroka hinek gelan tên vekirin… Neteweyek li holê ye, ji hubra dîrokê nisilî; neteweyek li holê ye, bi nirxên zêrîn û pîroz deribî; neteweyek li holê ye, sembola çawaniyê ye. Neteweyek li holê ye, kevn e, qedîm e, temendirêj e; di neqeba heyameke xayîn de rêber serjêkirî ne, kuştî ne, dîl ketine; gel li bextreşiya modernîteyê qewimiye, kindir û werîsê pêşengiyê bi destê mihubên pergalê ve berdaye… Lewma sosret kêm nabin li ser serê wê neteweyê, karesat li hev diqewimin; lewma pûk û pêzûnên nedîtî tên serê wê neteweyê, çîk û bela dev jê bernadin. Ez bigorî, li aliyekî keç û kurên herî jîr û jidyayî di cuhên nelegal de li ber nigên vî gelî canê xwe didin; li aliyekî jî şagirt û xeşîmên legalê heybet û şewketa fedayê bêwate dikin. Li aliyekî keç û kurên vî gelî di cuhên nelegal de ruhên xwe dixin çavên xwe; li aliyekî jî şagirt û xeşîmên legalê, bi destên xwe her du aliyan jî krîmînalîze dikin…
Encax meydan ewqasî ne vala ye; xemxur hene li vî diyarî, dilbirîn û cegerxwînên vî gelî hene ku her tiştî, her geşedanê û her qewimînê dişopînin. Xemxur û pirskar dipirsin, ‘li Amedê kê, kengî, çima, çawa û bi kîjan aqilî rêwiyên nelegalê di bodrum û mahzenên partiya kurd a legal û herî mezin de nixumandine. Gelo ji ev rewşa hanê zelaltir mînak heye ku xwekrîmînalîzekirin û hevkrîmînalîzekirina bi destê siyaseta sivîl, rave bike; gelo ji ev rewşa hanê zelaltir mînak heye ku jorasta têkçûna legalê ya siyasî jî û ya hişmendî jî radest bike; gelo kîjan kun û kûpên aqil, rêwiyên nelegal di ode û lûleyên legal de pêşwazî dike û dinixumîne, cih û warên siyaseta sivîl ji bo nelegalê wekî cihê veşartinê bi kar tîne; ma ji bodrum û mahzenên partiya legal kifştir û ronîtir cih hene?’…
Ezbenî hinek çîn û tebeqe hene ku ji aqil jî baqiltir in; bi her tiştî dizanin, hewcehiyê bi şêwr û mişêwrê re nabînin; li ber dilê xwe ji serok û rêberan jî bêtir bi tiştan dizanin… Mesela avakirina jiyaneke kolektîfî û kooperatîfî ji wan hatibe xwestin, tavilê bersivê dibînin û bi lezgînî diçin nav zeviyekî bacanê sor û çareseriya xwe îlan dikin; dibêjin, ‘ev der warê kooperatîfê ye’. Êdî tu îtiraz bikî, bêfeyde ye, tu di îtirazê de israr bikî, heta xayîntiyê jî rê ji te re heye. Ha bibêje, ‘ez bigorî tiştê ku hûn dikin palûte ye, kolektîfî û kooperatîfî karekî cuda ye’, ha bibêje û ha bibêje, badilhewa ye. Hafizên hemberî te ji ezber û jêbera xwe danakevin; bi carekê xwîn di reh û rîçalên te de disekine. Tu bersiva hinek pirsên balkêş meraq dikî. Dema ku tu bibêjî ‘gelo xweserî û demokrasiya dijnavendî çi ye, hûn çawa dinirxînin?’; ew ê bibêjin ’em rêgezên serokatiyê ji herkesî bêtir dizanin’ û adina rojê ew ê pêncî û çar bajar û navçeyan wekî “qadên serweriya jinê” îlan bikin, lê li wir jî ranawestin… Ew ê li hemberî qeyûmên dewletê meş û mîtîngên şermezarkirinê li dar bixin; lê di hilbijartinan de, ew ê hem namzetên jin û hem jî namzetên mêr ji navendê tayîn bikin û ew ê bibêjin, ’em bi Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê re ji herkesî bêtir dilsoz in’. Tu jî dihewimî, bi dev û lêvên ku ji hêstran şil bûne, di ber xwe de dipeyivî, ‘pepûk li min, dûrî serê keç û kurên vî gelî!’…
Civakên ku digihîjin astekê, çawaniya xwe jî hêsantir nîşan didin; di her gav û pêngavên xwe de rave dikin ku xwe dispêrin kîjan çîn, nirx, feraset û saziyên bingehîn. Bi kurtasî gel û civakên ku qeyran û serobinbûnên demkî yan jî binyadî derbas dikin, çawaniya xwe hîn zelaltir nîşan didin. Di kapîtalîzmê de pîşesaz û bazirgan çîna herî dewlemend in û xwediyê hêzeke navendî ne, herwiha çîneke bingehîn a sermayedaran (burjuwazî) temsîl dikin. Bi awayên eşkere yan jî nixumî, her tim desthilatdariyê kontrol û beralî dikin… Di nav civakan de hinek çîn û tebeqe jî hene ku bi tena serê xwe vîzyon û afirîneriyeke wan a taybet nîn e, lê balkêş e ku di warê civakî û rêveberiyê de roleke ji serê xwe mestir dilîzin; jê re çîna navîn dibêjin. Ev çîn li Kurdistanê roleke dijwartir dilîze; li ser hemû av û delavên şolî yên welêt çarqor şûn û şopên wan li nav hev digerin, beloq in, dibiriqin û dibêjin ‘vayê em li vir in’. Dema tu dibêjî ‘ezbenî li ser av û delavên şolî yên Kurdistanê şûn û şopên we hene’; tavilê destên xwe didin ser devê te û bi dengekî bilind, çort û fermanî dibêjin, “ev der ne cihê niqaşa vê mijarê ye, hewldana te zirarê dide dozê, nepeyive!..”
Ezbenî vana ne yek û dudu ne, ew kî û kî ne, tu nû dibînî ku çîneke bi navê çîna navîn e; ma meydanê ji yên wekî min te re dihêle? Hem nan ji vê rewiştê xwariye û hem jî bi agirê dewrîzemanan di nav vê sosretê de pijiyaye. Ew çîna navîn e, berpirsyarên ku di hilbijartina rêveberiyên herêmî de têk çûne, gelê kurd têk birine, legala kurd lewitandine û nelegal di bin dûxana şik û gumanan de hiştine, adina rojê bi payeyên bilindtir peywirdar dike. Ew çîna navîn e, tu serê xwe radikî ku bibêjî, ‘ezbenî di navbera kurdan de divê hiqûqeke rewa û gerdûnî hebe ku li ser her dikê em karibin hevrû bibin eşkere, na ku nexwe şoreşgeriya me derewîn e’; dîsa ji çar aliyan de ew dengê bilind, çort û fermanî dikevin guhên te; “ev der ne cihê niqaşa vê mijarê ye, hewldana te zirarê dide dozê, nepeyive!..” Tu îcar serwext dibî ku heqîqeta kurdan ji dika azadî û serxwebûnê çiqasî dûr e, herwiha tu îcar hîn dibî ku te çawaniya çîna navîn danehûrandiye û ne ferikandiye; jiyan vê rastiyê wek bizmarekî bi serê te de dikute ku di tevahiya partî û saziyên kurd de heman ucûbe serwer e û divê tu ji bîr nekî ku encax tu dikari di bêdengiya hişê xwe de bibêjî, “de were û vê giloka girêkan verişîne…”
25.05.2021
Mervan Serhildan