Mevlüt Oğuz

Jiyana Mewlûd Oguz – (Mevlüt Oğuz)

Helbestkar, rojnameger û wergerê sondxwarî yê kurdî.

Ji Heskîfa Batmanê ye. Helbestên wî di Pêngav, Çirûsk, W, Nûbihar, Bar Helbest û kovarên din de hatine weşandin.

Edîtoriya kovara muzîkê ya bi navê Ziryab kiriye.

Her wiha wekî edîtor, peyamnêr, wergêr û berpirsiyarê ragihandin û medyayê kar kiriye.

Ji 2022yan ve li zanîngeheke taybet li Stenbolê dersên kurdî dide.

Ew endamê Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ), Komeleya Mafê Mirovan (İHD) û PENa Kurd e.

Lîrîka Berbangê dîwana wî ya ewil e.

Lê Binêre

Jiyana Osman Özçelik 

Di sala 1952an de, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hat dinyayê. Dibistana Seretayî û …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !