Di sala 1979’an de li gundê Dîlanê ku girêdayî Kerborana Mêrdînê ye hatiye dinyayê. Ew bi xwe ji gundê Xelîla ye. Ji ber bavê wî mela bû wî li gelek gundên derdora Kerboranê zarokatiya xwe bûrandiye.
Di salên nodî de xwendina xwe ya dibistanê li Cizîr û Amedê kiriye. Di 2001’î de piştî mezûniyeta zanîngehê dibe mamosteyê wêje û zimanê Tirkî. Zewicî ye û bavê du zarokan e. Ji xortaniya xwe ve bi taybetî di bin bandora bavê xwe de dimîne, meraqdarê ziman û wêjeya klasîk a Kurdî ye. Hinek dersên Erebî yên medresê jî xwendine.
Hê di dema zanîngehê de di kovara înternetî ya çand û hunera Kurdî Mehname’yê de çend helbestên wî têne weşandin. Lê heta sibata 2017’an navbereke dirêj dide helbestan nanivîsine. Helbestên wî kêm ji wan bi pîvana kîteyan in, piraniya wan bi arûzê ne. Hin helbestine serbest nivîsandibin jî bêhtir helbestên wî bi pîvan in. Dîsa piraniya wan li ser mijarên evînê ne. Di helbestê de bi zanîn weke tercîhekî devoka Torê bi kar tîne.
BERHEM:
Dûrr û Mercan, Helbest, Weşanên Yekîtiya Nivîskarê Kurdistana Suriya, Qamişlo