Jiyana Mevlut Aykoç

Di sala 1963’yan de li gundê Bazîkan, ku girêdayî navçeya Gimgimê ya girêdayî Muşê ye, hatî dinê. Dibistana Seretayî Berê li Bazîkan piştre jî li Xarpêtê xwendî. Dibistana navîn û lîseyê li Meletiyê qedandî û piştre di sala 1984’de li Zanîngeha Yuzuncu Yilê beşa mamostetiya dibistana seretayî qedandî. Piştre li Zanîngeha Anadoluyê Beşa Mamostetiya Zimanê Tirkî qedandi. Hîn jî di beşa Radyo û Televîzyonê de xwendina xwe didomîne.


Di Egîtîm-Sen, Komeleya Mafê Mirovan û Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê de rêvebertî, di Kursa Taybet a Zimanê Kurdî ya Stenbolê de jî mamostetî kirî.
Ji sala 2000 vir ve li ser zimanê Kurdî xebatên xwe didomîne. Gelek nivîs û xebatên wî di cur bi cur rojname, kovar, malper û pirtûkan de hatî weşandin. Di amadekirina rêze pirtûkên “Hînker”’ê de peywir girtî.
Bi Xunav Altunê re Weşanxaneya Ar’ê (Ar Yayınları) ava kirî. Di nava xebatên Weşanên Arê de ji bo zarokan kovara “Perperok”, ji bo ciwanên zanîngehê Kovara “Ciwanzar” û gelek xebatên li ser ziman çap kirine.
Bi van xebatên ziman re hem mamostetiya dibistana seratayî hem mamostetiya zimanê Kurdî kirî hem jî bi siyasete re eleqedar bûye. Ji ber xebatên xwe yên Siyasi deh meh û nîv di girtîgehê de maye. Herî dawîn serdemek hevberdevkiya HDK’ya Bajarê Stenbolê kirî.
Hîn jî bi karê weşanxaneyê (Weşanên Ar/Ar Yayınları) re eleqedar e (werger, redekte, mîzanpaj, edîtorî û hwd) û li ser ziman (dersên Kurdî, lêkolîn, amadekirina pirtûkan û hwd.) xebatên xwe didomîne.

Berhemên wî:
1- Hîndekariya Xwendin û Nivîsînê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2011
2- Ji Qeraxên Dilan (çîrok) , Weşanên Ar, Stenbol, 2012
3- Ferheng-Sözük (Kurdî&Tirkî –Tirkî&Kurdî), Weşanên Ar, Stenbol, 2013
4- Kendi Kendine Kürtçe Öğren, Weşanên Ar, Stenbol, 2015
5-Rêziman Destî (Zaravayê Kurmancî), Weşanên Ar, Stenbol, 2016
6-Kürtçe Okuma Yazma Öğrenme, Weşanên Ar, Stenbol, 2019
7-Kürtçe Konuşma ve İletişim Kılavuzu, Weşanên Ar, Stenbol, 2019
8-Kovara Perperok, Zarok (sê hejmar), Kovara Ciwanzar (du hejmar) Kovar, Weşanên Ar, Stenbol

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !