Di sala 1968’an de li gundê Girêsirtê ku girêdayî navçeya Wêranşarê ya bi ser Rihayê ye hatiye dinyayê.
Ew ji dayik û bavekî êzîdî ye, bi çîrok, destan û delalê Dewrêş û Edûlê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Heta pola pêncan çûye dibistana tirkan. Şertên aborî dest nedane bixwîne. Lewma jî wî her xwendin, ji bo dinya naskirinê ji xwe re kiriye rê û armanc. Paşê bi debara jiyanê re mijûl bûye, di restaurantan de xebitiye, çay gerandiye, şivanî, cotkarî kiriye. Karê gundan kiriye bênder rakirine.
Di sala 1987’an de hatiye Almanyayê, weke penaber cih û war bûye. Zewiciye û bavê 3 zarokan e. Xwedî 2 kur û keçekê ye.
BERHEM:
Ji Te Hezkirin, Helbest, Weşanên Pêrî, Stenbol, 2007
Lehengê Tazî Kelesê Reş, Roman, Weşanên Pêrî, Stenbol, 2009
Dilop, Helbest, Weşanên Han, Berlîn, 2010
Bend, Roman, Weşanên Han, Berlîn, 2011
Bend, Roman, Çapa 2, Weşanên Do, Stenbol, 2014
Sêwiyên Bi Dayik û Bav, Roman, Weşanên Do, Stenbol, 2014
Du Kes Yek Mirov, Roman, Weşanên Do, Stenbol, 2014
Gava Mirî Biaxife, Roman, Weşanên Do, Stenbol, 2014
5 rêzepirtûkên wî yên Zarokan ya bi navê Hitokê û Papûşko hatine weşandin û 5 jî li ber çapê ne ji nav wêşanxaneya Morî û Zarok.
Du romanê nehatine weşandin li ber destê wî ne û xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.
https://www.bernamegeh.org/2020/10/09/helbesten-newaf-miro/